17:28 26 Îlon 2017
Zindî
    Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê James Mattis

    Wezîrê Parastinê yê DYA bi hemkarê xwe yê Iraqî re hevdîtin pêk anî

    © REUTERS/ Mike Blake
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 2010

    Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê Jim Mattis bi rêya telefonê bi hemkarê xwe yê Iraqî Arfan el-Xayalî re hevdîtinek pêk anî.

    Berdevkê Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (Pentagon) Jeff Davis di daxuyaniya xwe ya nivîskî de diyar kir ku Mettis ji ber peywira wî ya nû el-Xayalî pîroz kiriye.

    Davis di daxuyaniya xwe de dest nîşan kir ku Mattis di hevdîtinê de ji ber rizgarkirina rojhilatê Mûsilê ji terorîstên DAIŞê pesna gelê Iraqê daye û li ser têkiliya di navbera Amerîka û Iraqê de axivîne.

    Davis di derbarê hevdîtinê de got, "Her du alî behsa planên rizgarkirinê yên rojavayê Mûsilê kirin. Her du wezîran ji bo têkbirina DAIŞê careke din dilsoziyên xwe yên ji bo hevkariya Amerîka û Iraqê anîn ziman."

    Bi heman mijarî:

    Rûsya û Amerîkayê ji bo qada asmanî ya Sûriye û Iraqê vîdyo konferans pêk anî
    Parlamentoya Iraqê hat valakirin
    Serokwezîrê Iraqê: Hîn projeya siyasî ya serxwebûna Kurdistanê nehatiye pêşkeşkirin
    Erebistanê çûna zilamên xwe yên di biniya 40 salî re ji bo Iraqê qedexe kir
    Îran: Divê yekrêziya axa Iraqê were parastin
    Serokkomarê Iraqê Fuad Masûm serdana Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî kir
    Etîketan:
    bi rêya telefonê, hevdîtin, Berdevkê Wezareta Parastinê ya Amerîkayê, DAIŞ, Wezîrê Parastinê yê Iraqê, Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê, Jeff Davis, Arfan el-Xayalî, James Mattis, Mûsil, Iraq, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de