11:47 21 Îlon 2017
Zindî
    Brezîlya

    Polêsan li Brezîlyayê Meclisa Nûneran dagir kir

    © REUTERS/ Ueslei Marcelino
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 1410

    Polêsên Brezîlyayê li paytext Brasiliyayê ji bo pêşnumaya alîkarî û emrê teqawûtbûnê protestoyek li dar xistin û Meclisa Nûneran dagir kirin.

    Yekîtiya Karmendên Polês a Brezîlyayê (UPB) organizeyek li dar xist û bi 3 polês li devê avahiya Meclisa Nûneran pêşnûmaya alîkarî û emrê teqawûtbûnê proteso kirin.

    Polêsên ku tevlî protestoyê bûn xwestin xwe bigihînin odeya kesk a Lijneya Giştî ya Meclisa Nûneran. Polêsan bariyerên tunela ku diçû odeya kesk şikandin xwestin derbas bibin lê rastî mudaxeleya ewlehiya meclise hatin.

    ‘POLÊSAN ÇEK LI EWLEHIYA MECLISE KIŞAND'

    Serokê Meclisa Nûneran a Brezîlyayê Rodrigo Maia di axaftina xwe ya derbarê bûyerê de got: "Polêsên ku xwestin xwe bigihînin Lijneya Giştî ya Meclisê çek li hemberî parêzvanên ewlehî ya meclisê kişandin. Polêsan çek li hemberî wezîfedarê fermî yê meclisê kişand."

    Parêzvanên ewlehî yên meclise li dijî polêsên çalakvan xaza rondikrêj bi kar anîn û polêsan bi şûşeyên cam êrişî deriyê meclise kir. parêzvanan deriyê meclisê bi bariyeran girt hem odeya kesk û hem jî lijneya giştî vala kirin.

    Bi heman mijarî:

    Brezîlya di keştiya xerabe de, bi Titancê dikene
    Brezîlya ditirse bibe hedefa DAIŞê
    Li Paragûay, Arjantîn, Brezîlya û Ûrûgayê lehî: 4 mirî 170 hezar bêwar
    Brezîlya: 'Ewropa di mirina Alan Kurdî de gunehkar e'
    Li Brezîlyayê 152 girtiyan firar kir
    Etîketan:
    Yekîtiya Karmendên Polês a Brezîlyayê (UPB), Polêsan meclisa Brezîlyayê dagir kir, Serokê Meclisa Nûneran a Brezîlyayê, Rodrigo Maia, Brezîlya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de