09:40 24 Îlon 2017
Zindî
    Girtîgeh / Zindan

    Hollanda 6 girtîgehên xwe girtin, Tirkiye jî 174ên nû vedike

    © Sputnik/ Ivan Rudnev
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 3921

    Hollanda ji bo ku li welatê wê rêjeya sûcî dakete binê ji sedî 1ê 6 girtîgehên xwe girtin, lê li Tirkiyeyê li gorî Wezareta Dadê wê 174 girtîgehên nû werin çêkirin.

    Li Tirkiyeyê ji ber zêdebûna sûc û girtinan girtîgehên wê tijî bûn. Li gorî daxuyaniya Wezareta Dadê li Tirkiyeyê 382 girtîgeh hene û wê 174 girtîgehên nû jî werin çêkirin, lê li Hollandayê ji ber ku rêjeya sûcî dakete binê ji sedî 1ê 6 girtîgehên xwe girtin.

    Li gorî doneyên Wezareta Dadê ya Tirkiyeyê qepasîteya tijîbûna girtîgehan gihîşt asta herî zêde. Qepasîteya 382 girtîgehan 202 hezar û 675 kes e, lê digel vê jî dîsa têra girtiyan nake.

    LI HOLLANDAYÊ GIRTÎGEH YEK BI YEK TÊNE GIRTIN

    Ji bo ku li Hollandayê rêjeya sûcî ya salane dakeye binê ji sedî 0.9ê sala borî 6 girtîgeh hatin girtin. Di sala 2014an de 9 û di sala 2009an de jî 8 girtîgeh hatibûn girtin. Sedema girtina girtîgehan ji ber nebûna sûcdaran e.

     

     

    Bi heman mijarî:

    Buldan: Cihê parlamentaran ne girtîgeh in, parlamento ye
    Sizaya ateîzmê li Erebistanê Siûdî: 2.000 qamçi û 10 sal girtîgeh
    Cezayê gumanbarê Mutlu Kayayê diyar bû: 15 sal girtîgeh
    Piştî Demirtaş birin Edirneyê, 62 girtiyên PKKyî ji wê girtîgehê şandin girtîgehên din
    ‘Di girtîgehên Tirkiyê de 905 girtiyên nexweş hene'
    Etîketan:
    Li Tirkiyeyê 174 girtîgehên nû vedibin, Hollanda 6 girtîgehên xwe girtin, Hollanda, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de