15:58 20 Îlon 2017
Zindî
    Donald Trump

    Ji Trump bo Erdogan: "Serokê CIAyê dişînim bi berfirehî biaxivin"

    © REUTERS/ Jonathan Ernst
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 5001

    Hat ragihandin ku du roj berê dema Trump û Erdogan bi rêya telefonê axivîn û mijar hate ser tekoşîna DAIŞê û YPGê Trump ji Erdogan re gotiye ‘Ez Serokê CIAyê Mike Pompeo dişînim bi berfirehî biaxivin.

    Recep Tayyîp Erdogan
    © AFP 2017/ Yasin Bulbul/Presidential Press Service
    Li gorî zanyariyan dema Serokê Amerîka Donald Trump û Serokomar Recep Tayyip Erdogan bi rêya telefonê axivîn û mijar hate ser tekoşîna rêxistina terorîst a DAIŞê û YPGê Trump ji Erdogan re gotiye ‘Ez Serokê CIAyê Mike Pompeo dişînim bi berfirehî biaxivin.

    Nivîskarê rojnameya Hurriyetê Abdulkadir Selvi di gotara xwe ya îro de axaftina Trump û Erdogan nivîsand.

    EZ Ê AGAHIYAN JI POMPEO WERGIRIM

    Selvi di gotara xwe de got: "Serokomar Erdogan behsa serkeftina tekoşîna li dijî rêxistina terorîst a DAIŞê li Cerablus û El Babê û pêşniyara ku dikarin li Reqqayê jî tekoşîneke hevpar bimeşînin kir. Dema tekoşîna dijî DAIŞê û mijara PYD-YPGê hat rojevê

    Trump ji Erdogan re got ‘ez Serokê CIAyê Mike Pompeo dişînim bi wî re bi berfirehî biaxivin, dema Pompeo vegeriya ez ê agahiyên zêde jê wergirim."

    Bi heman mijarî:

    Trump nameyeke spasiyê ji Serokê Çînê re şand
    Trump: Xwendekarê lîseyê ji dadweran çêtir rastîya qanûnan fahm dike
    Erdogan û Trump behsa hevkariya stratejîk kirin
    Trump û Erdogan bi rêya telefonê axivîn
    Erdogan û Trump wê hevdîtinê bikin
    Etîketan:
    Serokê CIAyê, Serokomarê Tirkiyeyê, Serokê AmerÎkayê, Abdulkadir Selvi, Recep Tayyip Erdogan, Donald Trump, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de