08:36 26 Îlon 2017
Zindî
    Donald Trump

    Trump nameyeke spasiyê ji Serokê Çînê re şand

    © AFP 2017/ Greg Baker
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 1910

    Li gorî daxuyaniya Qesra Spî piştî ku Serokê Amerîkayê Donald Trump dest bi wezîfê kir Serokê Dewleta Çînê Şi Cinping nameyeke pîrozbahiyê ji Trump re şandibû.

    Qesra Spî di daxuyaniya xwe de ragihand ku piştî Serokê Amerîkayê Donald Trump di 20ê Rebendanê de dest bi wezîfê kir Serokê Dewleta Çînê Şi Cinping nameyeke pîrozbahiyê ji Trump re şandibû. Herwiha Trump jî wekî bersivdayînê nameyeke spasiyê ji Şi Cinping re şand.

    Di daxuyaniyê de hat gotin ku Serok Trump daxwaza pêşxistina têkiliyan ku hem ji bo Amerîka û hem jî ji bo Çînê bi fêde ye kir û dixwaze bi Şi Cinping re bixebite.

    Trump di serdema kampanya xwe ya hilbijartinê de gelek caran aciziya xwe ya bazirganî ya navbera Amerîka û Çînê dianî ziman. Tê meraqkirin ku Trump di serdema nû de wê bi rêvebiriya Pekînê re têkiliyeke çawa deyne.

    Serokê Amerîkayê Trump berê di hisabê xwe yê medya civakî ya Twitterê de gotibû: "Çîn qîmeta pereyê xwe dadixîne ku bikaribe hêza reqaabet a şirketên amerîkî bişkîne, baceke mezin datîne ser berhemê me û Amerîka ji malê Çînê bacê nastîne."

    Bi heman mijarî:

    Trump: Xwendekarê lîseyê ji dadweran çêtir rastîya qanûnan fahm dike
    Erdogan û Trump behsa hevkariya stratejîk kirin
    Trump û Erdogan bi rêya telefonê axivîn
    Erdogan û Trump wê hevdîtinê bikin
    Donalt Trump bi şerîfan re dicive
    Etîketan:
    Serokê Dewleta Çînê, Serokê AmerÎkayê, Şi Cinping, Donald Trump, Çîn, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de