11:30 24 Îlon 2017
Zindî
    Brexit

    Parlamena Brîtanyayê Brexit erê kir

    © REUTERS/ Neil Hall
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 1820

    Pêşniyar qanûna Brexitê li Kamaraya Avam hat pesend kirin.

    Pêşniyar qanûna ku di prosesa cudabûna Brîtanyayê ji Yekîtiya Ewropayê de, erkê dide hikûmetê li parlamena Brîtanyayê (Kamaraya Avam) hat pesend kirin.

    QANÛNA CUDABÛNÊ BI 494 DENGAN HAT PESEND KIRIN

    Pêşniyar qanûna ku li gor Peymana Lîzbonê benda 50. erka cudabûna ji YEyê dide Serokwezîr Theresa May piştî ku li komîsyonan gotûbêj li ser pêk hatin li Kamaraya Avam hat pesend kirin. Pêşniyar qanûn di dengdanê de li beramberî 122 dengên na'yê bi 494 dengên erê hat qebûl kirin.

    Wê pêşniyar qanûn piştî erêkirina li Kamaraya Lordan ji Qralîçeyê re were pêşkeşkirin. Ji ber encama referandûmê tê pêşbînîkirin ku pêşniyar qanûn di her du baskên parlamentoyê de derbas bibe.

    DÊ LI MEHA ADARÊ BIRYAR JI BRÛKSELÊ RE BÊ RAGIHADIN

    Dê Serokwezîra Brîtanyayê Theresa May li meha Adarê biryara cudabûna ji YEyê ji Brukselê re ragihîne. Heke Brîtanya û YE li ser cudabûnê li hev nekin, dê Rêxistina Bazirganî ya Cîhanî dest bavêje mijarê.

    Bi heman mijarî:

    Amerîka: Tirkiye ne parçeyekî operasyona Reqqayê ye
    Wê seroka Konseya Federasyona Rûsyayê serdana Tirkiyê bike
    'Dayîna 45 milyon dolaran bo rizgarkirina jinên êzidî dereweke mezin e'
    Komedyenê tirk KHK rexne kir û xwedî li akademîsyenan derket
    Senatorên Amerîkî ji bo domandina toleyên ser Rûsyayê pêşniyar qanûneke nû pêşkeş kir
    Etîketan:
    YE, Brexit, Brîtanya, Parlamena Brîtanyayê Brexit erê kir, Ewropa, YE, Brîtanya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de