04:32 23 Mijdar 2017
Zindî
    Kolombiya - FARC barış anlaşması

    Hikûmeta Kolombiyayê bi rêxistina ELNê re jî dest bi hevdîtinan kir

    © REUTERS/ Felipe Caicedo
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 1510

    Hikûmeta Kolombiyayê ji bo şerê ku ev 50 sal in bi dawî bike, bi rêxistina çepgir a bi navê Artêşa Rizgarî ya Netewî (ELN) re dest bi hevdîtinan kir.

    Hat ragihandin ku hikûmeta Kolombiyayê piştî peymana aşitiyê ya ku di Berfanbara 2016an de ligel rêxistina FARCê îmze kir, bi rêxistina ELNê re jî dest bi hevdîtinan kir.

    Hevdîtinên ligel ELNê piştî ku rêxistinê endamekî kongreya Kolombiyayê serbest berda hatin destpêkirin û hat gotin ku hevdîtin wê li paytexta Ekvadorê Quitoyê berdewam bikin.

    Li gorî agahiyan hevdîtin wê di Cotmeha 2016an de bihatana destpêkirin lê ji ber ku endamê kongreyê Odin Sanchez di destê rêxistinê de dîl bû, hikûmetê nexwest li ser maseya hevdîtinan rûne.

    Piştî ku ELNê Sanchez serbest berda û li beramberî vê hikûmetê jî du endamên rêxistinê berda, her du aliyan dest bi hevdîtinan kirin û tê payîn ku ew her du endamên rêxistinê yên ji aliyê hikûmetê ve hatin berdan beşdarî hevdîtinan bibin.

    PIŞTÎ FARCê RÊXISTINA HERÎ MEZIN E

    ELN di sala 1964an de di bin bandora Şoreşa Kubayê de ji bo ku li dijî newekheviya parvekirina axê têbikoşe, hatibû damezirandin û ev zêdetirî 50 salan e bi artêşa Kolombiyayê re şer dike. ELN li Kolombiyayê piştî FRACê rêxistina duyemîn a herî mezin e.

    Bi heman mijarî:

    Dewleta Kolombiyayê ji bo endamên FARCê efû derxist
    Di navbera FARC û hikûmeta Kolombiyayê de peymaneke nû hat îmzekirin
    Aştiya dîrokî ya Kolombiyayê, dê vê mehê bê îmzekirin
    Şer li Kolombiyayê rawestiya: FARCê çek danî
    Hikumeta Kolombiyayê û FARCê peymana aşitiyê îmze kirin
    Hikûmeta Kolombiyayê û FARCê peyameneke dîrokî îmze kir
    Etîketan:
    hevdîtin, ELN, Hikûmeta Kolombiyayê, FARC, Quito, Ekvador, Kolombiya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de