04:58 24 Mijdar 2017
Zindî
    Somalî

    Li Somaliyê li dijî otelê êriş: 6 kuştî û bi 10an birîndar

    © REUTERS/ Feisal Omar
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 2021

    Li bajarê Puntland a Somaliyê li dijî otelekê êrişeke çekdarî pêk hat, li gorî zanyariyên pêşî di êrişê de 6 kes hatin kuştin û bi 10an jî birîndar bûn.

    Li gorî zanyariyên ku ji şahidên bûyerê hatine wergirtin, li dijî Otela Village ya li bajarê Puntlandê êrişeke çekdarî pêk hat. Di êrişê de herî kem 6 kesan jiyana xwe ji dest da û bi 10an jî birîndar bûn.

    Hat ragihandin ku Otela Village herî zêde mahzuvaniya berpirsên somalî û biyanî dike û gelek caran bi rengî rastî êrişan tê.

    Rêxistina El Şebab ku di sala 2004an de li Somaliyê ava bû milîtanên wê li paytex Mogadişu û li bajarên din gelek çalakiyên çekdarî li hemberî otel, saziyên ewlehî û gelemperî pêk tînin.

    Bi heman mijarî:

    Neteweyên Yekbûyî: "Li Somaliyê 71 hezar zarok bi mirinê re rû bi rû ne"
    Li Somaliyê li dijî baregeha leşkerî êriş: 50 kuştî
    Hejmara miriyên êrîşa li Somaliyê derket 28an
    Li Somaliyê nêzîkî balafirxaneyê teqîn: Gelek mirî hene
    Li Somaliyê êrişa bombeyî: 29 kuştî gelek birîndar
    Etîketan:
    Li Somaliyê êrişa çekdarî, Rêxistina terorîst a El Şebab, Puntland, Somalî
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de