15:01 24 Adar 2017
Zindî
    Donald Trump û John Kelly

    Wezîrê Amerîkî: Diviyabû me qedexeya vîzeyê taloq bikira

    © REUTERS/ Mike Segar
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 1410

    Wezîrê Ewlekariya Navxweyî yê Amerîkayê John Kelly li Meclîsa Nûneran biryara Serokê Amerîkayê Donald Trump a qedexeya vîzeyê li ser 7 welatên misilman nirxand.

    Kelly got, ‘Diviyabû min heta demekê texîr bikira, şêwra endamên Kongreyê bistinda û paşê amade bikira.'

    John Kelly qebûl kir ku wan ji bo sepandina yasayê lezandiye û ‘şaşî ya wî bixwe ye' ku bêyî baş agahdarkirina Kongrdeyê û serokên komîteyê biryar bi cî anîye.

    Kelly diyar kir, baş dibû ku wî rojek yan jî du rojan piştre biryar îmze bikira û got, sedema sepandina biryarê ‘astengkirina kesên wekî gefeke potansîyel in' bû.

    Wezîrê Amerîkî herwiha da xuyakirin ku ew bawer dike dadgeh di dawiyê de biryara Trump a qedexaya vîzeyê pesend bike.

    Bi heman mijarî:

    Fermandarekî DAIŞê li Mûsilê hat kuştin
    Li Şingalê goreke komî ya êzidiyan hat dîtin
    'Wê Rûsya li 2050 bibe ekonomiya herî mezin a Ewropayê'
    Çurkîn: Em di têkiliya Amerîkayê de hêviya mucîzeyan nakin
    Asteroîdên herî nêz bo Dinyaya me xetereyên mezin in
    Etîketan:
    Qedexeya Vîzeyê, John Kelly, Donald Trump, Wezîrê Amerîkî: Diviyabû me qedexeya vîzeyê taloq bikira, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de