01:42 26 Gulan 2018
Alaya Afxanistanê

Li Kabilê li nêzîkî Dadgeha Destûra Bingehîn êrîşeke xwekuj: 20 kuştî

© Flickr/ ResoluteSupportMedia
Cîhan
Lînkê kurt
0 01

Êrîşeke xwekuj li paytexta Afxanistanê, Kabilê li nêzîkî Dadgeha Destûra Bingehîn êrîşeke xwekuj pêk hat. Li gorî agahiyên destpêkê 20 kes hatine kuştin.

Çavkaniyên polîsan ên li cihê bûyerê ragihand ku êrîş di dema bidawîbûna mesaiyê de pêk hatiye û armanca wê, ew xebatkarên ji dadgehê derdiketin.

Ajansa Nûçeyan a Khaamayê ragihand ku êrîşkar bi meşê hatiye qasê û xwe teqandiye ku di encamê de 20 kes hatine kuştin û 48 kes jî birîndar bûne.

Hat ragihandin ku êrîş li otoparka dagehê pêk hatiye.

Berdevkê Wezareta Hundirîn a Afxanistanê ji AFPê ragihandibû ku di encama êrîşa xwekuj de, 12 kes hatine kuştin û 12 kesên din jî birîndar bûne.

Hêjayî gotinê ye ku Taliban li Afxanistanê çalak e lê hîn ti kesî berpirsyariya xwe li ser vê êrîşê ranegihandiye.

 

Bi heman mijarî:

Afxanistan: Bajarê Kûndûzê ji Talîban hate paqijkirin
Êrîşeke bombeyî li Afxanistanê
"Rûsya tenê bi destûra Kabilê dê operasyonê li Afxanistanê pêk bîne
Du leşkerên amerîkî li Afxanistanê hatin kuştin
Li Afxanistanê di 24 saetan de 66 kuştî
Li Afxanistanê êrişa 2yem: 12 kuştî 20 birîndar!
Etîketan:
êrîş, xwekuj, teqîn, Kabil, Afxanistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de