12:52 24 Gulan 2017
Zindî
    The Pentagon building in Washington, DC

    Çima Pentagon bi hezaran êrîşên hewayî vedişêre?

    © AFP 2017/ STAFF
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 2620

    Rojnameya The Military Timesê diyar kir ku daneyên DYAyê derbarê êrîşên xwe yên hewayî yên li Rojhilata Navîn de eşkere kirine, nakok in û îdia kiribû ku agahî li ser bi hezaran êrîşên hewayî nehatine eşkerekirin. Şiorvekarê siyasî Alexander Khrolenko ji Ria Novostiyê re rave kir bê çima Wahsington van agahiyan vedişêre.

    Li gorî nûçeya rojnameyê, DYA nekariye bi hezaran êrîşên hewayî yên li Iraq, Sûriye û Afxanistanê pêk anîne eşkere bike.

    Herwiha di nûçeyê de hatibû teqezkirin ku daneyên Hêzên Hewayî yên DYAyê eşkere kirine û puxteyên operasyonên leşkerî yên di malpera fermî ya Wezareta Parastinê de cih digirin gelekî ji hev cuda ne û nakok in. Nakokiya dawî ew bû; Hêzên Hewayî yên DYAyê diyar kiribû ku di sala 2016an de 23.740 êrîşên hewayî li Iraq û Sûriyeyê pêk anîne lê puxteya Wezareta Parastinê ew hejmar wek  17.861 diyar kiribû.

    "MALIYETA OPERASYONÊ GELEKÎ ZÊDE YE"

    Şiorvekarê siyasî Alexander Khrolenko ji Ria Novostiyê rave kir bê çima DYA van daneyan vedişêre.

    Îran Moşek
    © AP Photo/ Amir Kholousi, ISNA
    Khrolenko wiha got: "Bifikirin, her helîkopetereke apache dikare moşekên 'agirê dojehê' yên buhayiya wan 99.600 dolare, li gel gelek moşekên din hilgire. Her êrîşeke hewayî bi çend navgînên hewayî li dijî çend sengeran û gelek bome, moşek, roket û guleyan pêk tê. Di her êrîşekê de bi milyonan dolarên amerîkî dişewitin."

    ABORIYA SÎ?

    Herwiha Khrolenko axiftina xwe wiha dewam kir:Eger moşek bê qeyd tên bikaranîn, bê ku pabendiyê bi formalîteya hevbendên li Rojhilata Navîn û Afrîkayê bikin, dibe ku fikirîbin ji bo bidestxistina sûdeke beramber cebilxaneya yekîneyên herêmî, bifiroşin.

    Ji aliyê din ve, di nûçeyê de ew raport hatin bibîranîn ên dibêjin, Pentagonê ji helmetên sexte gelek pereyan xerç dike. Tê zanîn ku Fîrmayeke bi navê Bell Pottinger ya navenda wê li Londonê di Cotmeha borî de teklîfa pereyan wergirtibû ta ku helmeteke sexte li Iraqê pêk bîne. Fîrmayê vîdeoyên sexte amade kiribûn û hatibû ragihandin ku ew ên el Qaîdeyê ne.

    DIVÊ WENADHIYÊN SIVÎL JÎ WERIN NÎQAŞKIRIN

    Khrolenko diyar kir ku tomarnekirina bi hezaran êrîşên hewayî xizmeta aboriya siyê ya Pentagonê dike û teqez kir ku wek hemû daneyên nexwestî, ev dane jî bi van rêyan tên veşartin û agahiyên şaş tên belavkirin.

    Çewtkirina daneyên operasyonên DYAyê li herêmê, ne tenê ji ber sedemên aborî ne lê ev demek bû, dihat nîqaşkirin ku daneyên wendahiyên sivîl jî hatine çewtkirin.

     

    Bi heman mijarî:

    YPJ: Pêngava Reqqayê, di zanista parastina demokratîk de pêş dikeve
    Biryara Trump a rawestandina plana Reqqayê ya Obama, tê çi wateyê ji bo Rûsyayê?
    Di operasyona Reqqayê de 2 gund hatin rizgarkirin
    Qonaxa sêyem a operasyona Reqqayê dest pê kir
    Muxalîfên Sûriyeyê amedekariya ku bi HSDê re bikevin Reqqayê dikin
    "Qonaxa bê ya operasyona Reqqayê dê bajarî îzole bike"
    Etîketan:
    PENTAGON, Alexander Khrolenko, DYA, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de