21:38 24 Mijdar 2017
Zindî
    Giravên Senkaku ku hem Çîn û hem jî Japonya heq li ser îdîa dike

    Li deryaya rojhilatê Çînê gengeşiya navbera Pekîn û Tokyo yê

    © AP Photo/ Emily Wang
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 1710

    3 keştiyên ewlehî yên aîdî Çînê li nêzî Giravên Senkaku (Diaoyu) ku hem Çîn û hem jî Japonya li ser wan heq îdîa dike de derbas bûn. Tokyo, Pekîn bi îhlalkirina avên peravê tohmetbar kir.

    Duhî 3 keştiyên Çînê yên ewlehiya qeraxê li kêleka Giravên Senkaku (li gorî Çînê Diaoyu) ku niha di bin kontrola Japonyayê de ye û Çîn jî heq li ser wan îdîa dike re çûn.

    JAPONYAYÊ PROTESTOYA XWE GIHANDE ÇÎNÊ

    Li gorî Japonyayê, keştiyên ewlehiya qeraxê yên Çînê nêzî 2 seetan li derdora giravan geriya û paşî avên peravê yên Japonyayê ihlal kirin. Japonya li ser vê bûyerê bi navbeynkariya Balyozxaneya Çînê ya li Tokyoyê protestoyek ji hikûmeta Çînê re şand.

    Herwiha hat ragihandin ku Çînê jî gera keştiyan a li derdora giravan serast kiriye. Li gorî Japonyayê di sala 2017an de 4 caran û di sala borî de jî bi tevahî 36 caran Çînê avên peravê Japonyayê ihlal kirine.

    Bi heman mijarî:

    Japonya, peyka yekemîn a ragihandinê pekand
    Japonya konsolxaneya xwe li Kurdistanê vedike
    Japonya: Em nikarin çekan bidin kurdan lê...
    Japonya dikele
    Japonya ji ber Koreya Bakur ket rewşa amadebaşiyê
    Etîketan:
    Keştiyên ewlehî yên Çînê peravên Japonyayê ihlal kirin, Çîn, Japonya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de