04:38 23 Mijdar 2017
Zindî
    Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn

    Pêşkeşvanê Fox Newsê O'Reilly lêborînxwestina ji Pûtîn red kir

    © REUTERS/ Tomohiro Ohsumi
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 12 0 0

    Pêşkeşvanê televîzyona Fox Newsê Bill O'Reilly ê ku Kremlîn li bende bû ji ber gotinên xwe ji Serokdewletê Rûsyayê Donald Trump lêborînê bixwaze, ev daxwaz red kir.

    O'Reilly di destpêka bernameyê de qerfê xwe bi banga Berdevkê Kremlînê Dmitriy Peskov a ji bo lêborînê kir û got, "Rêveberiya Pûtîn ji rojnamegerekî wekî min nefsbiçûk daxwaza lêborînê dike. Ez li ser vê yekê dixebitim. Lê wê hebkî demê bigire. Di sala 2023yan de em dîsa lê binêrin."

    O'Reilly di bernameya xwe ya kanala Fox Newsê de bi Serokê Amerîkayê Donald Trump re axivî û ji bo Pûtîn gotibû ‘ew kujer e.'

    Li ser vê yekê Trump gotibû, "Gelek kujer hene. Di nava me de jî gelek kujer hene. Hûn çi dibêjin? Ma qey welatê pir bêguneh e?"

    Peskov jî gotibû, "Gotinên xebatkarê Fox Newsê (Bill O'Reilly) nayê qebûlkirin û em vê yekê wek bêrûmetkirinê dinirxînin. Em dixwazin va kanala televizyonê ya birêz ji Serokdewletê Rûsyayê (Vladîmîr Pûtîn) lêborînê bixwaze."

    Bi heman mijarî:

    Trump: Ma qey Pûtîn sûcdar e û Amerîka bê sûc e?
    Pûşkov: Poroşenko dizwaze krîza Ukraynayê bifroşe Trump
    Puşkov di warê 'dafika Ûkraynayê' de hişyarî da Trump
    Serokê El Qaîdeya Yemenê ji bo Trump: Dînê nû yê Koşka Spî
    Biryara Trump a rawestandina plana Reqqayê ya Obama, tê çi wateyê ji bo Rûsyayê?
    Lavrov bersiva Trump da: Ti têkiliya Îranê bi terorê re nîne
    Etîketan:
    redkirin, xwestin, lêborîn, Pêşkeşvanê Televîzyona Fox Newsê, Serokê Amerîkayê, Serokdewletê Rûsyayê, Bill O'Reilly, Donald Trump, Vladîmîr Pûtîn, Sûriye, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de