01:43 26 Gulan 2018
Wezareta Dadê ya Amerîkayê

Wezareta Dadê ya Amerîkayê dîsa daxwaza astengiya vîzeyê kir

© Flickr/ Dallas County District Attorney's Office
Cîhan
Lînkê kurt
0 0 0

Wezareta Dadê ya Amerîkayê ji bo astengiya vîzeya li hemberî 7 welatên misilman serî li Dadgeha Temyîz a San Franciscoyê da û dîsa daxwaza astengiya vîzeyê kir.

Wezareta Dadê ya Amerîkayê serî li Daîreya 9emîn a Dadgeha Temyîz a San Franciscoyê da û ji bo dîsa qedexeya astengiya vîzeyê were sepandin daxwaz kir. Wezaretê di nîşeya xwe ku pêşkêşî dadgehê kiriye de got: Ev welatên ku daxwaza astengiya vîzeyê lê tê kirin rîska terorî lê heye û ne raste ku ev qedexe wekî li hemberî ol an jî netewan were hesibandin."

Dadgeha Temyîz a San Franciscoyê dê îro ji bo adtengiya vîzeyê biryara xwe bide, li gorî zanyariyan heke biryar neyînî be rêvebiriya Trump amadehiya gavên hiqûqî yên nû dike.

Daîreya 9emîn a Dadgeha Temyîz a San Franciscoyê roja berê serlêdana Wezareta Dadê ya dadgerê federal James Robart a bajarê Seattle ya eyaleta Washîngtonê ku biryara qedexe ya astengiya vîzeyan rawestandibû red kiribû.

Wezareta Dadê dosyeya temyîzê amade dikir û Ewlehiya Navxweyî û Wezareta Derve jî biryara dadger tetbîq kiribûn.

Bi heman mijarî:

John Bercow: "Trump nikare li parlamentoyê biaxive"
Google, Facebook, Apple û Twitter jî dijî biryara Trump derketin
Lavrov bersiva Trump da: Ti têkiliya Îranê bi terorê re nîne
Biryara Trump a rawestandina plana Reqqayê ya Obama, tê çi wateyê ji bo Rûsyayê?
WSJ: Trump dixwaze, navbera Rûsya û Îranê xerab bike
Etîketan:
Daxwaza astengiya vîzeyan, Daîreya 9emîn a Dadgeha Temyîz a San Franciscoyê, James Robart, San Francisco, Amerîka
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de