03:09 25 Mijdar 2017
Zindî
    Benjamîn Netanyahu

    Îsraîl: Divê êrîşkariya Îranê bêbersiv nemîne

    © REUTERS/ Dan Balilty
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 2330

    Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyahû ku li Londonê bi Serokwezîra Brîtanyayê Therasa May re hat ba hev, daxwaz ji Londonê kir ku ji ber ceribandina moşekên balîstik toleyan bi ser Îranê de bisepînin.

    Netanyahû ji May daxwaz kir ku Brîtanya li hember Tehranê bêbersiv nemîne û got ku ew dixwazin ji bersivdana êrîşkariya Îranê piştrast bin.

    Tê pêşbînîkirin ku Tehresa May nerazîbûna welatê xwe li dijî avakirina cîwarên nû yên deryasayî ji Îsraîlê re bîne ziman û helwesta xwe ya çareseriya 2 dewletî di kêşeya Îsraîl û Filîstînê de bidomîne.

    2 MEHÊN DAWÎ NAVBERA îSRAÎL Û BRÎTANYAYÊ NE XWEŞ BÛ

    Hêjayî bibîrxistinê ye li mehên dawî di navbera Îsraîl û Brîtanyayê de li ser 2 rûdanan nexweşî derketibûn ku yek ji wan piştgiriya Brîtanyayê ya bo biryara Konseya Ewlekariyê ya NYyê ya li dijî cîwarbûna nû bû.

    Ya din jî bi tomara vîdyoyekê derketina holê ya karmendê balyozxaneya Îsraîlê ya Brîtanyayê Shai Masot bû ku behsa planên bêîtibarkirina parlamenterên Brîtanî kiribû.

    Bi heman mijarî:

    'Tirkiyê ji 11 tawanbaran tenê 1 kes radestî Rûsyayê kir'
    Rûsya 8 Tirkiyeyê jî 7 car binpêkirinên agirbestê tespît kirin
    Tankên Abramsê yên Amerîkayê gihîştin Estonyayê
    Komîsyona Venedîkê serdana HDPê kir
    Şer di navbera sivîlên El Babê û terorîstên DAIŞê de derket
    Ryabkov: Hevkariya Moskow û Washingtonê ya parastina moşekan ne pêkan dixuyê
    Etîketan:
    Îsraîl: Divê êrîşkariya Îranê bêbersiv nemîne, Îran, Brîtanya, Îsraîl
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de