08:39 22 Mijdar 2017
Zindî
    Balafirên şer ên Amerîkayê di nava Hêzên Hevpeyman de

    Amerîka operasyonê xwe yên hewayî ya li Iraqê û Sûriyeyê ‘ji bîr kir'

    © AFP 2017/
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 2632

    Derket holê ku koalîsyona navneteweyî ya li dijî DAIŞê ku Amerîka pêşengiya wê dike, bi hezaran operasyonên hewayî yên nepen pêk anîne.

    Li gorî rojnameya The Military Timesê ragihand ku Hêzên Hewayî ya Amerîkayê 23 hezar û 740 operasyonên hewayî di mehên ewil yê 2017an û seranserê 2016an de li Iraqê û Sûriyeyê pêk anîne. Li gorî rojnameyê ku hesab kiriye 6 hezar operasyon winda ne. Lewre Wezareta Parastin a Amerîkayê eşkere kiribû ku ji wan operasyonan 17 hezar û 861ê wan pêk anîne.

    Ji aliye din ve di nûçeyê de balê kişand ser daxuyaniyê derbarê operasyonên koalisyonê ya li dijî DAIŞê ya Wezareta Parastin a Amerîkayê ku her car vê hejmarê bikar tîne.

    ​Koalîsyona navneteweyî ku ji 68 welatan pêk tê û pêşengiya wê jî Amerîka dike di sala 2014an de ne bi destûra Serokê Dewleta Sûriyeyê Beşar Esad û ne jî Konseya Ewlehiya Neteweyên Yekbûyî, dest bi operasyonên hewayî li Sûriyeyê kiribû.

    TU OPERASYONÊN LI AFXANÎSTANÊ WEK DANE NEHATIN TOMARKIRIN

    Ji aliye din ve di nûçeyê de hat eşkerekirin ku Amerîka sala borî herî kêm 456 operasyonên hewayî li Afxanîstanê pêk anîye, lê tu operasyona wek dane li Hêzên Hewayî ya Amerîkayê nehatine tomarkirin.

    Bi heman mijarî:

    Wezareta Parastin a Amerîkayê biryara qedexe ya vîzeyê paş ve şand
    Pisporê Iraqî: Baregehên herî mezin ên Amerîkayê li Herêma Kurdistanê ne
    Berteka Îranê ya li dijî qedexeya vîzeya Amerîkayê
    Trump hatina penaxwazan bo Amerîkayê sînor kir
    Amerîkayê ENKS bi fermî vexwend Washingtonê
    Etîketan:
    nepen, hewayî, operayon, DAIŞ, rojnameya The Military Timesê, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de