17:50 23 Mijdar 2017
Zindî
    Mihail Saakaşvîlî

    Saakaşvîlî: "Bêyî Ûkrayna pêşeroja Ewropayê tuneye"

    © Sputnik/ Pavel Palamarchuk
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 1710

    Serokwezîrê Gurcistan û Waliyê Odessa yê berê Mihail Saakaşvîlî di axaftina xwe de ragihand ku beyî Ûkraynayê tu pêşeroja Ewropayê tuneye.

    Pyotr Poroşenko û Mihail Saakaşvîlî
    President of the Ukraine Press-Service
    Mihail Saakaşvîlî di axaftina xwe de îdîa kir ku di rizgarkirina parzemîna Ewropayê ya ji destên ‘rûsên barbar' de ewropî ji Ûkraynayê re deyndar in. Saakaşvîlî di gotara xwe ya bi îdîa de got: "Din av a5-15 salan de wê Ûkrayna bibe hêza süper a Ewropayê."

    Saakaşvîliyê ku ji bo îdîayên gendeliyê gengaz ma ku ji Gurcistanê bireve û paşî ji terefê Ûkraynayê ve wek Walîtiya Odessayê hatibû tayînkirin di gotara xwe ya radyoyê Vestiyê de bûyerên dawî yên Donatskê nirxandin.

    EWROPA BÊYÎ ÛKRAYNAYÊ NIKARE LI SER LINGAN BIMÎNE

    Mihail Saakaşvîlî di berdewamiya axaftina xwe de got: " Li şûna ku rêvebiriya Kievê li ber Ewropayê bigere û bergeriyê bike mafê wê ku bêje vî vî tiştî bike heye. Yekîtiya Ewropa bi giştî Ewropa bêyî Ûkrayna nikare li ser lingan bimîne." Saakaşvîlî îdîaya xwe gavek bi pêş de bir û got: "Bêyî Ûkrayna tu pêşeroja Ewropa tuneye. Ûkrayna xwediyê potansiyeleke mezin a ekonomîk e. Di nava 5-15 salan de di siyaseta Ewropayê de dikare bibe pêşeng."

    Bi heman mijarî:

    Pûtîn: Parêzgariya Saakaşvîlî li hemberî Ûkraynayiyan heqaret bû
    Saakaşvîlî biryara îstîfayê da
    Saakaşvîlî: ‘Me di şerê 2008an de ji Ukraynayê alîkariya leşkerî stend
    Gurcistan: Çatayev di serdema Saakaşvîlî de endamê îstîxbarata me bû
    Poroşenko, Saakaşvîlî ji wezîfê stand
    Etîketan:
    Serokwezîrê Gurcistanê yê berê, Mihail Saakaşvîlî, Kiev, Ûkrayna
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de