23:54 20 Mijdar 2017
Zindî
    Aşît

    Li Afganistan û Pakistanê aşît: Herî kêm 140 mirî

    © AFP 2017/ GUL HAMAAD FAROOQI
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 23105

    Li Pakistan û Afganistanê barîna berf û barana bi tund bû sedema aşîtê, li herdu welatan ji ber aşîtê zêdetirî 140 kesî jiyana xwe ji dest da.

    Li herêmên navend û li bakurê rojhilatê Afganistanê ev çend roj in berfeke tund dibare. Piştî barîna berfê li çend cihên cuda aşît çêbû û ji ber aşîtê zêdetirî 100 kesî jiyana xwe ji dest da, gelek avahî xera bûn û geleke rêyên sereke hatin girtin. Ji ber rêyên girtî xebatên lêgerîn û rizgarkirinê dereng dikevin û dibe ji bo vê hejmara miriyan zêdetir bibe.

    ‘TENÊ LI GUNDEKÎ 50 KES MIRIN'

    Berdevkê Wezareta Felaketên Xwezayî yê Afganistanê Muhammed Omer Muhammedî di daxuyaniya xwe de ragihand ku tenê li gundekî girêdayî bajarê Nuristanê ji ber aşîtê 50 kesî jiyana xwe ji dest dan. Aşît li herêma Bargmatalê bi ser du gundan de ket, ji gundekî cesedê 50 kesî hate deranîn û tîmên xelasker niha hewl didin ku xwe bigihînin gundên din."

    Li gorî zanyariyên berdest li herêma bakurê rojhilatê bajarê Badahşahê jî aşît bi ser malan de ket, zêdetirî 160 malî xerabûn û gelek pez û dawar jî telef bûn. Herwiha li heman herêmê dîsa ji ber aşîtê 18 kesî jiyana xwe ji dest dan.

    LI PAKISTANÊ JÎ HERÎ KÊM 13 MIRÎ

    Welatê ciran ê Afganistanê Pakistan jî ji barîna berfê zirar dît. Hat ragihandin ku li herêma Chitralê ji ber barîna berfa zêde aşît bi ser malekê de ket û di heman bûyerê 9 kesî jiyana xwe ji dest da û 6 kes jî bi birîndarî ji binê aşîtê hatin rizgarkirin. Herwiha dîsa li herêma Chitralê ji ber aşîtê leşkerêkî pakistanî jiyana xwe ji dest da û leşker jî birîndar bûn.

    Dîsa li herêma Hayber a sînorê Afganistanê ji ber barana dijwar avahiyek hilweşiya û di encama hilweşandinê de 3 zarokan jiyana xwe ji dest dan.

    Bi heman mijarî:

    Pakistan, hemû fîlm û rêzefîlmên Hindê qedexe kir
    Israîlê cara pêşîn bi Pakistan û Mîrnişînên Erebî re tatbiqata hevbeş çêkir
    Pakistan dê alîkariya Çînê bike ku li Rojhilata Navîn xurt bibe
    Pakistan: Balyozên Flipîn û Nerwîjê jiyana xwe ji dest dan
    Li Pakîstanê aşît: Herî kêm 10 kes mirin
    Li bajarê Wanê aşît bi ser wesayîta rêwiyan de ket: 1 mirî
    Etîketan:
    Di aşîtên Afganistan û Pakistanê de herî kêm 100 kesî jiyana xwe ji dest da, Berdevkê Wezareta Felaketên Xwezayî yê Afganistanê, Muhammed Omer Muhammedî, Pakistan, Afganistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de