03:37 21 Mijdar 2017
Zindî
    Serokê MOSSADê Yossî Kohen

    ‘MOSSAD û şêwirmendên Trump bi dizî hevdîtin kirin'

    Haaretz
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 2110

    Hat îdîakirin ku Serokê Îstîxbarata Îsraîlê (MOSSAD) Yossî Kohen du hefte berê li Washîngtonê bi şêwirmendên Serokê Amerîkayê Donald Trump re hevdîtineke bi dizî kir.

    Li gorî îdîayan di hevdîtina Serokê MOSSADê Yossî Kohen de Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî yê Qesra Spî Michael Flynn jî cih girt.

    Li gorî nûçeya rojnameya Haaretz a îsraîlî, di hevdîtina bi dizî ya navbera Kohen û şêwirmendên Trump ên paye bilind li Washîngtonê de Şêwirmendê Ewlehî yê Neteweyî yê Îsraîlê Yaakov Negel jî cih girt û di hevdîtinê de kordînasyona siyasî ya navbera Telavîv û rêvebiriya Amerîkayê ya nû hate nirxandin.

    Rojnameyê di berdewamiya nûçeya xwe de ragihand ku hevdîtina herdu aliyan di roja duyemîn a wezîfegirtina Trump de pêk hat û herwiha di civînê de ji xeyrî pirsgirêka Îsraîl û Filistînê rewşa Îran û Sûriyeyê jî hate nirxandin.

    Li gorî nûçeyê ofîsa Serokwezîrê Îsraîlê Benjamîn Netanyahu jî ev hevdîtin serast kiriye. Lê derheqê naveroka hevdîtinê de hurgiliyên berfireh nehatine belavkirin.

    Bi heman mijarî:

    Derbarê serokê MOSSADê de lêpirsîna bêrêtiyê hat vekirin
    Hackerên tirk êrişî malpera Mossadê kirin
    Mossadê bo kesên Rûsî tevlî xwe bike, li ser VKontakteê hesab vekir
    Serokê Mossadê: "Metirsiya herî mezin a li ser Îsraîle şerê navxweyî ye"
    Etîketan:
    MOSSAD û şêwirmendên Trump bi dizî hevdîtinek pêk anîn, Serokê MOSSADê, Yaakov Nege, Benjamîn Netanyahu, Michael Flynn, Yossî Kohen, Washîngton, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de