04:53 22 Mijdar 2017
Zindî
    Civînên Astanayê

    Rûsya, Tirkiye û Îranê li Astanayê dest bi hevdîtinên mekanîzmaya sêalî kirin

    © AFP 2017/ Kirill Kudryavtsev
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 3161

    Hevdîtinên teknîkî yên li ser avakirina mekanîzmaya sêalî ya ji bo şopandin û sepandina agirbesta li Sûriyeyê, îro li bajarê Astana yê paytexta Kazakistanê dest pê kir. Mekanîzmaya sêalî ji Rûsya, Tirkiye û Îranê pêk tê.

    Çavkaniyekê ji bo Sputnikê diyar kir ku ligel Rûsya, Tirkiye û Îranê ji NY û Urdunê jî pispore beşdarî civînê bûne û di civîne li gorî saeta Tirkiyeyê di saet 07.00a dest pê kir. Li gorî agahiyên heman çavkaniyê alîgirên beşdarî civînê bûne wê rêyên parastina agirbestê ya li Sûriyeyê û kontrolkirina îhlalan biaxivin.

    Di civînê de ligel hevkariya mijarên mirovahiyê wê xurtkirina baweriyê ya di navbera alîgirên Sûriyeyê de jî were nîqaşkirin.

    Li gorî daxuyaniya serwîsa çapemenî ya Wezareta Karên Derve ya Kazakistanê encamên civînê wê li gorî Tirkiyeyê di saet 14.30î de bi civîneke çapemeniyê were ragihandin.

    Di 23-24ê Rêbendanê de di pêşengtiya Rûsya, Tirkiye û Îranê de li Astanayê di navbera mixalîfan û nûnerên hikûmeta Sûriyeyê de hevdîtin hatibûn pêkanîn. Di wan hevdîtinan de Rûsya, Tirkiye û Îranê ji bo xurtkirin û sepandina agirbestê biryar dabûn ku mekanîzmayeke şopandin û kontrolkirinê ya hevpar ava bikin.

    Bi heman mijarî:

    Pisporên Rûsya, Tirkiye, Îran û NYyê li Astanayê dicivin
    ‘KENY li ser pêşnûmeya Astanayê ku Rûsyayê amade kir dixebite'
    Şanda Rûsî ji bo hevdîtinên Sûriyeyê çû Astanayê
    Pûtîn û Nazarbayev encamên Astanayê nirxandin
    Rûsya: Hevdîtinên Astanayê bo Cenevreyê şertên erenî derxist holê
    Etîketan:
    mekanîzmaya sêalî, Wezareta Karên Derve ya Kazakistanê, Ajansa Anadoluyê (AA), Astana, Tirkiye, Rûsya, Îran
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de