00:11 21 Mijdar 2017
Zindî
    Amsterdam

    ‘Dibe Amsterdam ji Hollandayê veqete'

    © Flickr/
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 5220

    Cîgirê Serokê Şaredariya bajarê Amsterdamê Kajsa Ollongren ragihand ku serokê partiya rastgir ê tund Geert Wilders bibe serokwezîr dibe Komara Amsterdamê îlan bike.

    Serokê Şaredariya bajarê Amsterdamê Kajsa Ollongren di axaftina xwe ya civîna partiyê de got: "Li gorî anketên dawî dijminê Îslam û biyaniyan Serokê PVV (Partiya Azadî) Geert Wildersê tund li pêş e. Wilders dijatiyê li hemberî tiştên ku Hollanda dike Hollanda derdikeve. Dixwaze civaka vekirî, azadiyan, xweşbînî, hûner, çand, Yekîtiya Ewropa, însaniyet û şaristaniyê têk bibe. Li gorî kiryar û daxuyaniyên wî heke Wilders bibe serokwezîr an jî wezîr dê Komara Amsterdamê îlan bike."

    ‘LI HEMBERÎ NÎJADPERESTIYÊ HELWESTA AKTÎF'

    Li gorî nûçeya Unal Ozturkê rojnameya Haberturkê, endama lijneya Partiya Liberal a Sosyal Simone Kukenheim jî di resepsiyona enstîtûya Ninseeyê de heman tişt gotin.

    Kukenheim di axaftina xwe de ragihand ku divê paytex li hemberî nîjadperestî û nexweşbîniyê helwesteke aktîf bigire ser xwe û got: "Serhildan, îsyan di hevîrtişê me de heye."

    Bi heman mijarî:

    Hollanda jî got bila muzakere bi Tirkiyeyê re werin cemidandin
    Sînorên Belçîka û Hollanda diguhere
    Hollanda dê bikaranîna wesayetên bi benzîn qedexe bike
    Hollanda: Heke we rexne li rêberên Tirkiyeyê kiribe neçin wê derê
    Hollanda ji bo alîkariyê hêzeke taybet dişîne Herêma Kurdistanê
    Etîketan:
    Serokê PVV (Partiya Azadî), Serokê Şaredariya bajarê Amsterdamê, Geert Wilder, Kajsa Ollongren, Simone Kukenheim, Unal Ozturk, Amsterdam, Hollanda
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de