04:35 22 Mijdar 2017
Zindî
    Marine Le Pen

    Le Pen wê Fransayê ji NATOyê jî derxe

    © AFP 2017/ Emmanuel Dunand
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 2530

    Namzeda rastgir a tundrew a hilbijartinên serokomariya Fransayê Marine Le Pen dest bi kampanyeya xwe ya hilbijartinê kir. Seroka Eniya Netewî Le Pen, ligel veqetandina Fransa ji YEyê veqetandina NATOyê jî xist rojevê.

    Eniya Netewî kampanyeya xwe ya serokomariyê li bajarê Lyonê yê Fransayê bi civîneke berfireh da destpêkirin. Di civînê de danasîna programa hilbijartina Marine Le Penê hat kirin.

    Li gorî beşa tirkî ya Deutsche Welleyê di programê de hatiye gotin ku, "Divê destûr nede dayin ku Fransa bikşînin nava şerê ne aîdî wê" û ev xal tê de derbas dibin ku bi awayekî mezin pêşiya koçberiya ber bi Fransayê ve bê girtin, tedbîrên parazvanî yên ji bo aboriya fransî bên standin û referandûm ji bo veqetandina Fransa ji YEyê bê çêkirin.

    Li Fransayê hilbijartina serokomariyê wê di navbera 23ê Nîsanê û 7ê Gulanê de çêbibe.

    Etîketan:
    hilbijartin, NATO, Deutsche Welle ya Tirkî, YE, Partiya Eniya Netewî ya Fransayê, Marine Le Pen, Lyon, Fransa
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de