Radyoya Dengê Amerîkayê dengek belav kir kut ê îdiakirin dengê Serokê rêxistina El Qaîde ya Yemenê Qasim El Rîmî ye. Li gorî nûçeya heman radyoyê El Rîmî behsa êrîşên demên dawî yên DYAyê li ser Yemenê dike û diyar dike ku ji grûpa wan 25 kes hatine kuştin û îdia dike ku 11 ji wan jin û zarok bûn.
Di berdewamiya deng de serokê El Qaideyê ji bo alîgirên xwe wiha dibêje: "Dînê nû yê Koşka Spî Donald Trump yekem gurza kuştinê li Yemenê encam da."El Rîmî di axavtina xwe de îdia dike ku di êrîşa 29ê Rêbendanê de 25 leşkerên DYAyê hatine kiştun.
Dengê ku ji hêla Radyoya Dengê Amerîkayê ve hatiye belav kirin heta niha nehatiye piştrastkirin lê weke tê zanîn artêşa DYAyê ragihandibû ku serbazekî hêzên deryayî di operasyonê de hatiye kuştin.
Hemû şirove
Pêşandana şiroveyên nuh (0)
Berseva li ser(Pêşandana şiroveyêGirtina şiroveyê)