21:43 22 Mijdar 2017
Zindî
    Dadgeh

    Dadgeha Temyîzê ya DYA daxwaza Trump a ji bo qedexeya vîzeyê red kir

    © Sputnik/ Maksim Bogodvid
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 2720

    Dadgeha Temyîzê ya Amerîkayê biryara dadgehê ya ku qedexeya Serokê Amerîkayê Donald Trump a ji bo vîzeya 7 welatên mislimanan da rawestandin, di cih dît û hewildana Trump a ji bo qedexeyê ji nû ve bîne red kir.

    Wezareta Dadê ya ku biryara qedexeya rêveberî ya Trump bir temyizê, dikare heta roja duşemê bersivê bide biryara Dadgeha Temyizê.

    Biryara ku dadger James Robart roja îniyê dabû, ji aliyê rêvebriyê ve rastî bertekan hatibû. Qesra Spî êvara wê rojê bi daxuyaniyeke niviskî rexne li biryarê girtibû û Trump jî roja şemiyê li ser hesabê xwe yê Twitterê biryara dadger wek 'komîk' bi nav kiribû.

    Bi heman mijarî:

    3 hezar kes li Floridayê bo polîtîkaya vîzeyê ya Trump re gotin ‘Na'
    Trump bo aştiya li sînorê Ukraynayê soza hevkariyê bi Moskowayê û Kîevê re da
    Rêveberiya Trump biryara dadwer yê derbarê qedexeya vîze yê de temyiz kir
    Qesra Spî: Trump ti soz nedaye Kievê
    Dadgerekî Seattleê biryara rawestandina demkî ji bo qedexeya Trump da
    Etîketan:
    qedexeya vîzeyê, Dadgeha Temyîzê ya Amerîkayê, Serokê Amerîkayê, Qesra Spî, James Robart, Donald Trump, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de