14:05 24 Mijdar 2017
Zindî
    Ukrayna-NATO

    Trump bo aştiya li sînorê Ukraynayê soza hevkariyê bi Moskowayê û Kîevê re da

    © REUTERS/ Ints Kalnins
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 23 0 0

    Serokê Amerîkayê Donald Trump û hevpîşeyê wî yê Ukraynayê Pyotr Poroşenko bi rêya telefonê hevdîtin pêk anîn û agirbesta li Komara Gel a Donbassê axivîn. Trump soza hevkariyê bi serokên rûsî, Ukrayna û welatên din re bo aştiya herêmê da.

    Qesra Spî daxuyand ku Trump, piştî hevdîtina bi Poroşenkoyê re "Ji bo ji nû ve aştî li sînor bê sazkirin, eşkere kiriye ku bi Ukrayna, Rûsya û welatên din re xebatan bikin."

    Berdevkê Poroşenkov, Svyatoslav Tsegolko daxuyaniya xwe ya li ser facebookê de destnîşan kir ki her du serok amadene bo rêyên pêşxistina hevkariya stratejîk ya di navbera Ukraynayê û Amerîkayê: "Bo çareseriya rewşa Donbassê, sazkirina aştiyê bi riyên dîplomatîk û siyasî bê çareserkirin. Her du serokan endîşeya xwe yê rageşiya li bajaroka Avdeyevkayê ku di rojên dawî de zêde bûn û derbarê rewşa mirovî de anîne ziman. Serokan balê kişandinê ser ragihandina agirbestê ya li herêm."

    Berdevk Tsegolko, eşkere kir ku Trump û Poroşenko serdana serokê Ukraynayê bo Washingtonê jî axivîne.

    ŞER DIJWARTIR DIBE

    Şerê li herêma Donbassê ku li Komara Gel a Lûgansk û Donetskê ku serxwebûna xwe yekalî ji Ukraynayê ragihand di 29ê Rêbendanê de ji nû destpêkiribû û ji 7an zêdetir welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dane.

    Bi heman mijarî:

    Tankên Ukraynayê ketin bajaroka Avdeyevkayê ya Donetskê
    NATOyê hevdîtinên bi Ukraynayê re taloq kir
    Uşakov: Kîev amadebûna Amerîkayê bo piştgiriya Ukraynayê test dike
    Tirkiye derbarê rewşa li rojhilatê Ukraynayê de daxuyanî da
    Ukraynayê li Dadgeha Dadê ya Navnetewî doz li Rûsyayê vekir
    Etîketan:
    sazkirin, soz, aştî, daxuyanî, Pyotr Poroşenko, Donald Trump, Ukrayna
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de