14:09 24 Mijdar 2017
Zindî
    Donald Trump

    Rêveberiya Trump biryara dadwer yê derbarê qedexeya vîze yê de temyiz kir

    © REUTERS/ Jonathan Ernst
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 2310

    Rêveberiya Trump, bo biryara derbarê rakirina qedexeya vizeyê ji bo 7 welatên misilman yê Dadwerê Federal James Robart betal bike, serî li Daîreya 9mîn ya Dadgeha Temyîzê da.

    Biryara ku roja înê Dadwer Robert standibû, bibû sedama bertekan. Qesra Sipî bi daxuyaniyek nivîskî biryarê rexne kiribû. Roja Şemiyê jî Donald Trump li ser twitterê biryara dadwer wek pêkenî dîtibû.

    BIRYARA DADWER KET MERÎTEYÊ

    Wezareta Dadê dosyeya temyîzê amade dike, lê biryara dadwer, Wezareta Karên Derve û Ewlehiya Navxweyî xistin merîteyê.

    Trump hefteya borî bi pêşnûmeya serokatiyê ku mor kiribû û vîze bo welatiyên misilman ku ji welatên Somalî, Yemen, Lîbya, Îran, Iraq, Sûdan û Sûriyeyê, neyên dayîn û têketina wan bo Amerîkayê qedexe kiribû. Ji aliyê din ve biryarname têketina penaberên Sûriyeyê bê dem hatibû astengkirin.

    Biryara Trump li giştiyê welat hatibû protestokirin.

    Bi heman mijarî:

    Li Londrayê bi 10 hezaran kes Trump protesto kirin
    Milyarderê Amerîkî pêşniyara wezîrtiya Trump red kir
    Qesra Spî: Trump ti soz nedaye Kievê
    Dadgerekî Seattleê biryara rawestandina demkî ji bo qedexeya Trump da
    Protestoyên li dijî Trump
    Ji Trump biryara boykotê bo CNNê
    Etîketan:
    temyîz, biryarname, vîze, biryar, qedexe, James Robart, Donald Trump, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de