21:25 24 Mijdar 2017
Zindî
    Sorin Grindeanu

    Hikûmeta Romanyayê ‘qanûna gendeliyê' betal dike

    © REUTERS/ Stoyan Nenov
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 2030

    Serokwezîrê Romanyayê Sorin Grindeanu ragihand ku wê qanûna gendeliyê ku li seranserê welat bibû sedema çalakiyan bi paş ve bikşînin.

    Li Romanyayê piştî şoreşa 1989an a têkbirina Serokê Dewletê yê berê Nîkolay Çavuşesko û vir ve rastî çalaki û berxwedanên mezin ên girseyî hat. Serokwezîr Sorin Grindeanu ragihand ku wê qanûna gendeliyê bi paş ve bikşînin.

    EZ NAXWAZIM ROMANYAYÊ PERÇE BIKIM

    Sorin Grindeanu di daxuyaniya xwe ya civîna çapemeniyê de ragihand ku sibê ji bo ku em vê qanûnê bi paş ve bikşînin em ê civîne hikûmetê bikin. Ez nxwazim Romanyayê perçe bikim. Nabe welat bi 2 perçeyan.

    Biryarnameya ku sêşema borî li parlamentoyê hat qebûlkirin û dihat pêşbînîkirin ku di 10ê Sibatê de têkeve meriyetê, ji bo sûcên gendelî yên ji 44 hezar euroyî zêdetir şertê girtîgehê dianî û bi heman biryarnameyê ji bo kesên ku ji 5 salan kêmtir cezayê girtîgehê standiye efû derdixist.

    Li hemberî vê biryara hikûmetê roja çarşemê li seranserê welat derdora 300 hezar kesî daketin kolanan û ev biryarname protesto kirin.

    Bi heman mijarî:

    Li Romanyayê bi pileya 5.6 erdhej
    Etîketan:
    Biryarnameya gendelî ya hikûmeta Romanyayê, Serokwezîrê Romanyayê, Sorin Grindeanu, Nîkolay Çavuşesko, Romanya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de