12:20 25 Mijdar 2017
Zindî
    Krîza ekonomîk a Yûnanistanê

    Deynê dewleta Yûnanistanê di salekê de 5 milyar euro zêde bû

    © REUTERS/ Francois Lenoir
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 2562

    Li gorî raporta Wezareta Darayî ya Yûnanistanê deynê dewletê di sala 2016an de 5 milyar Euro zêde bûn û di dawiya salê de gihîşte 326.35 milyar euroyî.

    Yunanistan Başbakanı Aleksis Çipras
    © AP Photo/ Geert Vanden Wijngaert
    Wezareta Darayî ya Yûnanistanê di raporta xwe de ragihand ku di dawiya sala 2016an de deynê dewletê 5 milyar Euro zêde bû û gihîşte 326.35 milyar euroyî.

    HECMA KREDIYÊ GIHÎŞTE 227.66 EUROYÎ

    Hecma kredî ya Yûnanistanê ku ji Fona Îstîkrar a Fînansî ya Ewropayê (EFSF), Mekanîzmaya Îstîkrar a Ewropayê (ESM) û Fona Pere ya Navneteweyî (IMF) bi kar anî 7.22 milyar Euro zêde bû û gihîşte 227.66 milyar euroyî.

    Faîza krediyan jî gihîşte 5.58 milyar euroyî

    DEYNÊ DEWLETÊ DI 8 SALAN DE 3 QAT ZÊDE BÛ

    Yûnanistan di wî 8 salên dawî de di nava krîzeke ekonomîk a mezin de ye û di vê maweyê de deynê dewletê 3 qat zêde bû û ekonomî ji sedî 25 biçûk bû.

    Bi heman mijarî:

    Hindistan ji krîza Yunanistanê natirse
    Li Yunanistanê wê her tişt normal be, lê li hola ewroyê?
    Tirkiyeyê ji bo tetbîqatê bertek nîşanî Yûnanistanê da: "Em ê gavên pêwist biavêjin"
    Ji Çavuşoglu bo Yûnanistanê: "Bila Wezîrê Parastinê heşê xwe bide serê xwe"
    Tirkiyeyê ji Yûnanistanê daxwaza îadeya duyemîn a leşkerên derbekar kir
    Etîketan:
    Krîza aborî ya Yûnanistanê, Wezareta Darayî ya Yûnanistanê, Yûnanistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de