05:37 21 Mijdar 2017
Zindî
    Gulbeddin Hikmetyar

    Hikmetyarê ku piştgiriya DAIŞê kiribû ji lîsteya reş a KENYê hat deranîn

    © AFP 2017/ SHAH MARAI
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 5340

    Konseya Ewlehî ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) Gulbeddin Hikmetyarê ku demekê piştgiriya ji bo rêxistina terorîst a DAIŞê nişandabû ji lîsteya reş deranî.

    KENYê Serokê Rêxistina Hizb-i Îslamî ku demekê li Afganistanê serokwezîrtî jî kir Gulbeddin Hikmetyar ji lîsteya reş deranî. Hikmetyar wekî kesekî herî bi hêz li Afganistanê tê zanîn.

    Hikûmeta Afganistanê ji bo ku îlona sala borî bi rêxistina Hizb-i Îslamî re peymana aştiyê îmze kir, nameyek ji Konseya Ewlehî ya Neteweyên Yekbûyî re şand û daxwaz kir ku Gulbeddin Hikmetyar ji lîsteya reş were deranîn.

    KENYÊ DAXWAZA AFGANISTANÊ QEBÛL KIR

    Li gorî nûçeya ajansa Reutersê KENYê nameya hikûmeta Afganistanê nirxand û biryar da ku Gulbeddin Hikmetyar ji lîsteya reş derîne.
    Hikmetyar ji terefê Amerîkayê ve wekî terorîstekî kûrewî hatibû îlankirin û rêxistina wî Hizb-i Îslamî jî di Tîrmeha 2015an de piştgiriya xwe ji bo DAIŞê ragihandibû.

    Bi heman mijarî:

    Hikumeta afgan bi Hikmetyar re peymana aştiyê îmze kir
    Sînorên Afganistan-Turkmenistanê ji darbeyên îslamîstan dihejin
    Afganistan – 49 çekdarên DAIŞê hatin kuştin
    Di êrişên hewayî yên Afganistanê de 20 milîtanên DAIŞî hatin kuştin
    Li Afganistanê li dijî walîtiyê êrişa bombeyî: 11 kuştî û 15 birîndar
    Etîketan:
    L3isteya reş a terorîzmê, Konseya Ewlehî ya Netewên Yekbûyî (KENY), Serokê Rêxistina Hizb-i Îslamî, Gulbeddin Hikmetyar, Afganistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de