10:34 24 Hezîran 2018
Vladimir Putin û Donald Trump

Rapirsîn: Li Amerîkayê ji 5 kesan 1 Rûsyayê dijmîn dibîne

© REUTERS / Stevo Vasiljevic
Cîhan
Lînkê kurt
0 12

Li gor encama lêkolîneke li Dewletên Yekbûyê yên Amerîkayê (DYA) hatiye kirin, her ji 5 hemwelatiyan 1 ji wan Rûsyayê wek dijmin dibîne.

Li gor lêkolîna yek ji kompaniya herî mezin a rapîrsînan li cîhanê YouGovê ji 3yan 1ê Amerîkîyan Rûsyayê wek ‘welatê ne dost' û 22 ji sedê wan jî wek ‘dijmin' dibînin.

Li gor encamên rapîrsînan li dema hilbijartinan di nav hilbijêrên Demokratan ên Hillary Clinton de, sedî 39ên dengdêran Rûsya wek dijmin didîtin, lê di nav alîgirên

Donald Trump de ev rêje sedî 10 e.Ji beşdarên rapirsînê bi qasî 25ê sedê wan ji helwesta hikûmetê ya hemberî Moskowê ne ewle ne û tenê 19 ji sedê wan jî Rûsyayê wek ‘hevalbend' û ‘welatê dost' dibînin.

Dîsa li gor lêkolînê dijminên serekî yên Amerîkayê wek Koreya Başûr û Îran hatiye nîşandan û welatên hevalbendên herî baş jî Kanada û Brîtanya ye.

 

 

 

 

Bi heman mijarî:

Li Dîlokê êrîşkarekî bi çeka lûledirêj êrîşî polîsan kir
Dadgeha Amedê doznameya Yuksekdag ji Dadgeha Enqerê re şand
Amerîka: Li Rojhilata Navîn welatê herî zêde piştgiriyê dide terorê Îran e
Milyarderê Amerîkî pêşniyara wezîrtiya Trump red kir
Qesra Spî: Trump ti soz nedaye Kievê
Etîketan:
Rapirsîn, Vladimir Putin û Donald Trump, Amerîka, Rûsya, Amerîka, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de