05:52 23 Hezîran 2018
ypg-bayrak

Hat îdîakirin ku ‘Trump plana YPGê rawestand'

© AFP 2018 /
Cîhan
Lînkê kurt
0 20

Hat îdîakirin plana Reqqayê ku Serokê Amerîka yê berê Barak Obama û ekîba xwe 7 mehan li ser xebitîn û di planê de çekdayîna zêde ya YPGê jî hebû ji terefê rêvebiriya nû ve hat rawestandin.

Li gorî nûçeya rojnameya Hurriyetê ku dispêre rojnameya Washîngton Post a amerîkî hem berpirsên rêvebiriya Obama û hem jî berpirsên bilind ên Trump gotine;

METIRSIYA TIRKIYEYÊ

Li gorî rojnameyê, di plana Obama de ji bo plana rizgarkirina bajarê Reqqayê pirsgirêka herî mezin hebûna YPGê ku Tirkiye wekî yekemîn metirsî ji xwe re dibîne bû.

Plana ku zêdetir çekdayîna YPGê û piştgiriya leşkerî hebû di payîza 2016an de di nava ekîba ewlehî ya neteweyî ya Obama de bû sedema nîqaşê. Hinek berpirsan endişe dikirin ku têkiliyên Tirkiye û Amerîka zirarê bibînin.

DUNFORD QANIH NEBÛ

Dema Şêwirmenda Ewlehî ya Neteweyî ya Obama Susan Rice nêrîna Sererkanê Amerîkayê Joseph Dunford pirsî wî jî di bersiva xwe de ‘ez hê jî hêz şandin an jî neşandina Tirkiyeyê bo Reqqayê dinirxînim.' Enqere li hemberî derkirina YPGê di operasyona Reqqayê de wê piştgiriyê bide Amerîkayê, lê li gorî hinek rayedaran Tirkiye wê di soza xwe de ne dirist be.

Di dawiya sala 2016an de Dunford jî qanih bû ku Tirkiye wê hêzê neşîne ji bo operasyona Reqqayê û bi Wezîrê Parastin ê Amerîkayê Ashton Carter re ji bo dayîna çekên dijetank, wesayîtên zirxî, wesayîtên paqijkirina mayînan û amûrên leşkerî bidin koalîsyona ku YPG jî di nav de bû daxwaza niviskî pêşkêşî Obama kirin.

Bi heman mijarî:

Trump, li dêrê pêşiya propandaya siyasî vedike
Trump bo Îranê: Ti bijardeyek ji ser masê ranebûye
Abdullah Gul: Biryara Trump wekî ‘xwenîşandanek erzan' nirxand
Rûsya: "Li gorî hiskirina me Trump wê ‘bêfobî' bi Moskowê re bixebite"
Trump telefon di rûyê Serokwezîrê Avustralyayê de girt
Etîketan:
Operasyona bajarê Reqqayê, YPG, Sererkanê Giştî yê Amerîkayê, Dema Şêwirmenda Ewlehî ya Neteweyî, Ashton Carter, Joseph Dunford, Susan Rice, Sûriye, Amerîka
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de