05:49 25 Tîrmeh 2017
Zindî
    Îran Moşek

    Amerîkayê li ser ceribandina moşekên balîstik hişyarî da Îranê

    © AP Photo/ Amir Kholousi, ISNA
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 3120

    Şêwirmendê ewlekariya Netewî yê Serokê Amerîkayê Michael Flynn, li ser ceribandina moşekên balîstik hişyarî da Îranê.

    Flynn di civîna rojane ya Koşka Spî de ceribandina moşekên balîstik ji aliyê Îranê ve wek kirineke 'provokatîf' nirxand.

    Rewşeke nû ye ku Flynn di civînê de diaxive û bi awayekî kevşopî tê zanîn ku tenê berdevkê Koşka Spî bersiva pirsan dide û diaxive.

    Michael Flynn herwiha ji xeynî ceribandina moşekên balîstik ji aliyê Tevgera Ensarullah ve li Yemenê noqavkirina keştiya Siûdî jî bi bîr xist û wiha got, ‘Ev her du rûdan nîşana tevgerên Îranê yên xerabkirina aramiya Rojhilata Navîn in."

    Flynn diyar kir ku diviyabû civaka navdewletî vê helwesta Îranê berîya niha ferq bikira.

    HÛSIYAN ÊRÎŞA ÎNTIXARÎ LI KEŞTIYA SIÛDÎ KIRIBÛN

    Milîtanên Husîyan êrîşa întixarî bi sê beleman li ser keştîya Siûdî ya dewriye dikir kiribûn û 2 leşkerên Siûdî can dabûn. Dîmenên êrîşê li ser medya civakî jî hatibû belavkirin.

     

    Bi heman mijarî:

    Qaymeqamê berê yê navçeya Elkê hat girtin
    AK Partiyê ji bo dayîna wesayîtên zirxî yên Amerîkayê gef xwar
    'Li Şingalê 1000 DAIŞî hatin kuştin'
    Parlamneterên AKPê Kocabiyik ji bo Yûnanîstanê: ‘Em ê li we bidin'
    Ji bo amîgoyê tîma Bursasporê bi hinceta li Erdogan heqaretê kiriye ceza hat dayîn
    Li Îtalyayê manastirê deriyê xwe ji koçberan re vekir: 9 rahîbe ducanî bûn
    Etîketan:
    Micheal Flynn, Amerîka, Îran
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de