08:48 23 Îlon 2017
Zindî
    Donald Trump

    Kûkleyê Trump ê bi alaya Sovyetê, hat daliqandin

    © REUTERS/ Jonathan Ernst
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 2720

    Li Eyaleta Indiana ya Amerîkayê hilawistina alaya Sovyetê bi kûkleya Trump ve, bû sedema nerazîbûna xelkê.

    Li gor malpera nûçeyên herêmî Wane.com'ê rûniştvanên bajarê Fort Wayneyê piştî merasîma sondxwarina Serokê Amerîkayê Donald Trump hay ji kûkleyê Trump ê ku bi darekê ve hatiye hilawistin bûn. Hat îdiakirin ku kûkle ji aliyê gaziyekî kevin ê şer ve hatiye hilawistin.

    Her ku kesê kûkle daniye derneket pêşberî medyayê jî rûniştvanên bajêr ku dengê xwe dane Trump nerehetiya xwe nîşan dan û ev yek wek ‘bêhurmetiya hilbijêrên dengên xwe dane Trump' nirxandin.

    Polîsê Fort Wayneyê bi sedema hebûna azadiya derbirinê ti mudaxeleyek li xwediyê mala ku kûkleyê Trump hilawistiye nekir.

    Bi heman mijarî:

    Li Tirkiyê kesek bi tawana 'heqareta serokomar' hat girtin
    Kûleya Eyfelê ji bo kesên ku di êrişa mizgeftê de mirin hat reşkirin
    Hêza Dijîterorê li Kerkûkê 6 DAIŞî desteser kir
    PDK-S: Dê Pêşmergeyên Roj li demeke nêzîk derbasî Rojava bibin
    ‘Hejmara komên beşdarî agirbesta li Sûriyeyê bûne gihîşt 1.162an
    Etîketan:
    Kûkleyê Trump ê bi alaya Sovyetê hat hilawistin, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de