11:23 24 Îlon 2017
Zindî
    polês-belçîka

    Li Belçîkayê ji ber pakêteke bi guman balafirgeh hat valakirin

    © REUTERS/ Vincent Kessler
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 1820

    Li Balafirgeha Antwerpê ya Belçîkayê piştî ku pakêteke girtî ya gumanbar hat dîtin, balafirgeh hat valakirin û hêzên ewlehî û pisporên bombeye ketin balafirgehê.

    Beşeke Balafirgeha Antwerpê ya Belçîkayê îro piştî nîvro gava ku guman ji pakêtekê hat girtin, hat valakirin.

    Li gorî agahiyên televîzyona VRTê ya Belkçîkayê gava ku li çenteyê kesekî hat nêrîn, ji aliyê kûçikên ayidê polîsan ve bêhna teqemeniyê hat girtin û çend caran alarm da. Polîsan li ser vê yekê balafirgeh valakirin û ew kes jî deteserkirin.

    Her wiha hat gotin ku hinek rê û kolanên li wê derdorê jî hatin valakirin.

    Piştî lêgerîn û lêkolînan balafir bi awayekî normal dest bi firînên xwe kirin.

    Bi heman mijarî:

    Wezareta Tirk biryara Belçîkayê ya di derbarê PKKê de şermezar kir
    Li supermarkêteke Belçîkayê bûyera dîlgirtinê
    Polêsên Belçîkayê şikberên metroyê jî girtin
    Polêsên Belçîkayê serokê êrişkarên Parîsê girt
    Etîketan:
    Pakêta bi guman, valakirin, balafirgeh, Televîzyona VRTê, Belçîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de