17:48 23 Îlon 2017
Zindî
    Yemen

    Li Yemenê emîrê El Qaîdeyê Ammar Kaid hat kuştin

    © REUTERS/ Khaled Abdullah
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 18 0 0

    Li bajarê Lahic ê Yemenê di operasyona hêzên ewlehî ya li dijî El Qaîdeyê de emîrekî paye bilind ê rêxistinê hat kuştin.

    Berdevkê artêşa Yemenê General Salih Es-Seyyid di axaftina xwe ya Ajansa Anadoluyê (AA) de ragihand ku berpirsê rêxistina El Qaîde yê bajarê Lahicê Ammar Kaidê bi navê Ebû Ali el-Lahici li gundê Debayê di operasyoneke taybet de hat kuştin.

    General Salih Es-Seyyid di berdewamiya axaftina xwe de got: "Hêzên ewlehî ji bo ku Ammar Kaid binçav bikin operasyonek li dar xistin, lê rêxistina terorîst bi çekan bersiv da û di encama şer û pevçûnê de Kaid hat kuştin."

    Li bajarê Lahicê ku dikeve başurê rojavayê Yemenê ev ji salekê dirêjtir e li hemberî siyasetmedar û hêzên ewlehî êrişên xwekujî pêk hatin û piraniya berpirsyariya van êrişan jî rêxistina terorîst a El Qaîdeyê girtibû ser xwe.

    Bi heman mijarî:

    Amerîka li Yemenê El Qaîde bombebaran kir: 15 kuştî
    Şerên li Yemenê dijwartir bûn
    Erebistana Siûdî piştrast kir ku li Yemenê bombeyen xarê bikaranîtine
    Li Yemenê DAIŞê êriş kir: 43 mirî, bi dehan birîndar
    Amerîka ji ber Yemenê çekên Siûdî kêm dike
    Etîketan:
    Li Yemenê emîrekî El Qaîdeyê hat kuştin, Berdevkê artêşa Yemen, Ebû Ali el-Lahici, Ammar Kaid, Salih Es-Seyyid, Lahic, Yemen
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de