09:46 21 Îlon 2017
Zindî
    Ala NATO - DYA

    Derbarê fêdeya NATOyê ya ji bo YEyê de ewropî û DYAyî cuda difikirin

    © AFP 2017/ Petras Malukas
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 2420

    Li gorî lêkolîna di çerçoveya projeyên Nerînên.Sputnikê de hatiye çêkirin piraniya ewropiyan difikirin ku hewcedarî bi alîkariya NATO û DYAyê heye ku YEyê ji gefxwarinên derve biparêzin, Lê kêmtirî nîvê (sedî 48) DYAyiyan vê nêrînê diparêzin. Lêkolîn ji bo Sputnikê ji aliyê şirketa Ifopê ve hatiye çêkirin.

    Li Welatên Ewropayê, kesên ku difikirin di mijara ewlekariyê de hewcedarî bi alîkariya NATO û Amerîkayê hene di rêzên ewil de polonî (sedî 65) û îtalî (sedî 65) û almanî (63) cih digirin. Li Spanyayê kesên ku beşdarî vê nêrînê dibin sedî 56, li Îngiltereyê sedî 54, li Fransayê sedî 53ê ye. Li aliye din ve sedî 53 fresiyan, sedî 33 spaniyan, sedî 31ê amerîkiyan difikirin ku Yekîtiya Ewrpayê (YE) dikare bi hêzên xwe ewlehiya xwe bigre.

    Derbarê fêdeya NATOyê ya ji bo YEyê de ewropî û DYAyî cuda difikirin
    © Sputnik/
    Derbarê fêdeya NATOyê ya ji bo YEyê de ewropî û DYAyî cuda difikirin

    'HERÎ ZÊDE ALÎGIRÊN PARTIYÊN ÇEP DIJBER IN'

    Piraniya kesên ku difikirin hewcedarî bi alîkariya NATO û Amerîkayê di mijara parastina ewlehiya YEyê de tine ye, temenên wan di bin 50î de ne û alîgirên partiyên çep. Ji bilî Polonyayê kesên ku xwediyê vê nêrînê ne mirovên di civakê de xwedî statuyek bilind, derfetê aboriya baş û xwedina bilind qedandine.

    Mijara bandora NATOyê piştî daxuyaniya Serokê Dewleta Amerîkayê Donald Trump kû gotibû êdî ‘Demode' ye ketibû rojevê.

    Etîketan:
    ewlekarî, alîkarî, Sputnik, Yekîtiya Ewropayê (YE), NATO, Donald Trump, Almanya, Spanya, İtalya, Fransa, DYA, Îngiltere
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de