08:32 26 Îlon 2017
Zindî
    Filippo Grandi

    NY: "Biryara Trump wê bandorê li 20 hezar penaber bike"

    © AFP 2017/ Hussein Malla
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 22 0 0

    Neteweyên Yekbûyî di daxuyaniya xwe de ragihand ku biryara Serokê Amerîkayê Donald Trump a astengiya penaberan wê bandorê li 20 hezar kesî bike.

    Komîserê Bilind ê Penaberan a Neteweyên Yekbûyî Filippo Grandî di daxuyaniya xwe ya nivîskî de ragihand ku tenê vê hefteyê derdora 800 penaberî wê li Amerîkayê malên xwe ava bikira. Lê xwe di nava qedexeyeke seyehata Amerîkayê de dîtin. Heke em doneyên meha borî rêje bigirin wê 20 hezar penaber di maweyê 120 roj dema briyarnameya qedexeyê de ji bo Amerîkayê neyên girtin.

    Filippo Grandî di berdewamiya daxuyaniya xwe de got: "Ol, netew û nîjada penaberan çi dibe bila bibe di dema bi cih kirinê de divê rastî şert û mercên wekhevî bên."

    Herwiha Serokê Amerîkayê Donald Trump di axaftina xwe de gotibû: "Em ê pêşengiyê bidin xrîstiyanên ku dixwazin werin Amerîkayê." Ji aliyê din ve Neteweyên Yekbûyî jî bertek nîşanî biryara Trump a astengkirina penaberan ji bo 4 mehan û ragihand ku divê Amerîka sînorê xwe ji kesên ku ji herêma şer û pevçûnê direve negire.

    Bi heman mijarî:

    Rêvebiriya Trump ceribandina moşeka Îranê dibe KENYê
    Ji Kurtulmuş bo Trump: "Ev mirov azarde dike"
    Trump Wekîlê Wezîrê Dadê Yates ji wezîfeyê dûr xist
    Dîroka hevdîtina Trump û Netanyahû diyar bû
    Du Senatorên Komarparêzan bersiv dan qedexeya penabaran a Trump
    Trump xwe bi biryara Obama parast: Biryara min dişibe ya Obama ya 2011an ji bo iraqiyan
    Etîketan:
    Biryara astengkirina penaberan, Komîserê Bilind ê Penaberan a Neteweyên Yekbûyî, Donald Trump, Filippo Grandî, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de