09:49 21 Îlon 2017
Zindî
    Ceribandina moşeka balîstîk

    Rêvebiriya Trump ceribandina moşeka Îranê dibe KENYê

    © Sputnik/ Pavel Lisitsyn
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 3410

    Amerîkayê, bi sedema ku Îranê ceribandina moşeka balîstîk kir, daxwaz ji Konseya Ewlehî ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) kir ku bi rewşa awarte bicive.

    Nûnera Daîmî ya Amerîkayê li Neteweyên Yekbûyî Nikki Haley ku ji terefê Donald Trump ve hatibû tayînkirin ji bo ceribandina moşeka balîstîk a Îranê binirxînin daxwaza civîna awarte ya KENYê kir. Di daxuyaniya derbarê civînê de hat gotin ku Amerîka ji bo moşeka balîstîk ku di 29ê Rebendanê de ceriband daxwaza rewşa awarte li KENYê dike.

    Daxwaza civîna lezgîn a Amerîkayê, tê pêşbînîkirin ku roja sêşemê piştî civîna mijara Sûriyeyê were kirin.

    Herwiha Nûnerê Daîmî yê Îsraîlê li Neteweyên Yekbûyî Danny Danon jî berî daxwaza civîna Amerîkayê bi çend seetan got: "Ceribandina moşeka balîstîk îhlala biryara Konseya Ewlehî ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) ye û divê konsey bi rewşa lezgîn civînekê li dar bixe.

    Bi heman mijarî:

    'Îranê ceribandina moşekên balîstik kir'
    Berteka Îranê ya li dijî qedexeya vîzeya Amerîkayê
    Îranê bertek nîşanî Trump a biryara penaberan da
    Li Eyaleta Kurdistanê ya Îranê 4 kes di bin berfê de man
    Îranê cezaya darvekirin û girtinê da 7 kurdan
    Etîketan:
    Îranê moşeka balîstîk ceriband, Nûnerê Daîmî yê Îsraîlê li Neteweyên Yekbûyî, Nûnera Daîmî ya Amerîkayê li Neteweyên Yekbûyî, Konseya Ewlehî ya Netewên Yekbûyî (KENY), Nikki Haley, Danny Danon, Amerîka, Îran
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de