12:16 26 Îlon 2017
Zindî
    Kanada cami saldırısı

    Di êrişa camî ya Kanadayê de şagirtekî 27 salî hat girtin

    © REUTERS/ MATHIEU BELANGER
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 23 0 0

    Gumanbarekî ku êrişa çekdarî ya li hemberî camiya bajarê Quebec a Kanadayê pêk anî bû hat girtin.

    Şagirtê 27 salî yê bi navê Alexandre Bissonnette ku hate girtin, ji bo her 6 kesên kuştin her carekê cuda 6 caran bi qetlê hat sûcdarkirin. Bissonnette ji bo 5 kesên birîndar jî cuda cuda bi teşebûsa kuştinê tê sûcdarkirin.

    Hat ragihandin ku li navenda Îslamê kesên ku ji bo nimêja îşa civiyan û rastî êrişa çekdarî hatin derdora 50 kesî bûn.

    Li gorî nûçeya BBC Tirkî, piştî bûyerê kesê bi eslê xwe fasî bû û wekî şikberê bûyerê hatibû binçavkirin niha wek şahid tê nirxandin.

    ŞIKBER BI NÊRÎNÊN XWE YÊN TUND TÊ NASÎN

    Alexandre Bissonnetteyê gumanbarê êrişa Navenda Îslamî ya Kanadayê piştî bûyerê li herêmeke derveyê Quebecê di nava wesayîta xwe de hat binçavkirin. Li gorî zanyariyan Bissonnette li polêsan geriyaye û xwestiye hevkariyê bikin. Herwiha li gorî nûçeya televîzyona CBSê, Bissonnette, 3 kîlometro dûrî camiya ku rastî êrişê hat li Zanîngeha Lavalê perwerdeya zanista siyasî û antropolojiye didît.

    Bi heman mijarî:

    Pûtîn sersaxiya Kanadayê kir
    Li Kanadayê li dijî camiyê êrişa çekdarî: 6 kuştî
    Serokwezîrê Kanadayê bang li penaberan kir: Em ê we vehewînin
    NYyê pêşniyar qanûna Kanadayê ya bo dawîkirina şerê Sûriyê pesend kir
    Kanadayê mercê vîzeyê ji bo meksîkiyan rakir
    Etîketan:
    Navenda Îslamî ya Kanadayê, Êrişa Camiya Kanadayê, Alexandre Bissonnette, Kanada
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de