21:55 25 Îlon 2017
Zindî
    Sally Yates

    Trump Wekîlê Wezîrê Dadê Yates ji wezîfeyê dûr xist

    © REUTERS/ Kevin Lamarque
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 21 0 0

    Trump Wekîlê Wezîrê Dadê yê Amerîkayê Sally Yates ku gotibû ez ê biryarnameya serokatiyê ya li dijî 7 welatên misilman bi cih neyinim ji wezîfeyê dûr xist.

    Serokê Amerîkayê Donald Trump Wekîlê Wezîrê Dadê Sally Yates ku gotibû ‘ez ê biryarnameya serokatiyê ya li dijî 7 welatên misilman ku ketina welat qedexe dike bi cih neyinim' ji wezîfeyê dûr xist.

    Qesra Spî di daxuyaniya xwe ragihand ku Serok Trump Wekîle Wezîrê Dadê Sally Yates ji wezîfeyê dûr xist. Wekîlê Wezareta Dadê Sally Yates bicihneanîna biryarnameyeke Dewleta Amerîkayê xayîntî bi Wezareta Dadê kiriye. Qanûnbûna vê biryarnameyê ji terefê Muşawiriya Hiqûqî ya Wezaretê ve hatiye erêkirin.

    Li gorî daxuyaniyê li şûna Sally Yates Dozgerê Herêma Rojhilat a Virginiayê Dana Boente hate tayînkirin. Boente di daxuyaniya xwe de ragihand ku hetanî Wezîrê Dadê yê kabineya Trump di senatoyê de were erêkirin ez ê bi xebata serok re kêfxweş bibim. Ji bo parastina gel û welatê me ez ê qanûnan biparêzim û bi cih bînim.

    Sally Yatesê ku ji wezîfeyê hate dûxistin name ji parêzerên Wezareta Dadê re şandibû û ji wan daxwaz kiribû ku biryarnameya astengtiya vîzeyan a Trump li dadgehan neparêzin.

     

     

    Bi heman mijarî:

    Dîroka hevdîtina Trump û Netanyahû diyar bû
    Peskov: Bo Pûtîn û Trump di têkiliyên dualî de distura yekem rêz e
    Trump xwe bi biryara Obama parast: Biryara min dişibe ya Obama ya 2011an ji bo iraqiyan
    Trump qedexeya vîzeyê parast: 'Nabe wehşet dewam bike'
    Trump û Qral Selman di mijara ‘herêmên ewle' de li hev kir
    Etîketan:
    Wekîlê Wezareta Dadê yê Amerîkayê, Serokê Amerîkayê, Dana Boente, Sally Yates, Donald Trump, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de