21:16 26 Îlon 2017
Zindî
    farc-şervanên farcê

    FARC prosesa çekberdanê dide destpêkirin

    © Foto: twitter
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 23 0 0

    Hikûmeta Kolombiyayê ragihand ku êdî dê Hêzên Şoreşgerên Kolombiyayê (FARC) li herêmên ku dimînin dawiyê li rahênana leşkerî bînin. Tê gotin, piştî vê biryarê FARC biryara çekberdanê bide.

    Rêveberiya Bogotayê bi daxuyaniya 'Meşa dawî ya FARCê dest pê kir' de, ragihand ki dê nêzî 5 hezar yekîneyên leşkerîyên FARCê di bin çavderiya Neteweyên Yekbûyî (NY) de vekişin cihê bo wan hatiye diyarkirin.

    Di çarçoveya peymana aştiyê ya navbera Hikûmeta Kolombiya û FARCê de, serhildêr dê piştî 50 salan di mehên pêş de dest bi çekberdanê bikin.

    BI ELN'Ê RE AMADEKARIYA MUZAKEREYAN TÊ KIRIN

    Li aliyê din rêxistina din a li Kolombiyayê Artêşa Rizgariya Netewî (ELN) jî xwe ji bo aştiyê amade dike ku hikûmetê ber demekê 2 girtiyên ELNê azad kiribû.

    Yemen û Erebîstana Siûdî
    © REUTERS/ Khaled Abdullah
    ELNê ragihand ku her du endamên wan bi mebesta ku gotûbêjên aştiyê bi hikûmetê re bikin hatine berdan ku ev şertê destpêkirina muzakereyên aştiyê bû.

    Li ser vê pêngava hikûmeta Kolombiyayê tê çaverêkirin ku ELN jî parlamenterê berê Odin Sanchez ku di destê wan de dîlgirtî ye were azadkirin.

    Herwiha tê pêşbînîkirin ku Kolombiya 2 girtiyên din ên ELNê efû bike.

     

     

    Bi heman mijarî:

    Bi biryara dadgehê Beştaş bo girtîgehê hat girtin
    Îsraîl û Tirkiye li Enqerê dicivin
    Dozgeriya Amerîkayê sûcdariya ser peyamnêrê RTyê betal kir
    Dîroka hevdîtina Trump û Netanyahû diyar bû
    'Îranê ceribandina moşekên balîstik kir'
    Etîketan:
    FARC, ELN, Kolombiya, FARC prosesa çekberdanê dide destpêkirin, Kolombiya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de