10:22 20 Îlon 2017
Zindî
    Ceribandina Moşekên Balîstik ên Îranê

    'Îranê ceribandina moşekên balîstik kir'

    © REUTERS/ sepahnews.com
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 2101

    Hat îdiakirin ku Îranê ceribandina moşekên balîstik ên menzîla navîn pêk aniye.

    Rayedarê Amerîkî yê ku ji televizyona Fox News re axivî û nexwest navê xwe bide, got ku yekşema borî li nêzî bajarê Semnan ê 225 kîlometr dûrî Tehranê ceribandina moşeka balîstik hatiye kirin.

    Hat îdiakirin ku moşek piştî firîna 966 kîlometran li hewayê teqiyaye.

    Li gor Fox Newsê Neteweyên Yekbûyî bi biryara jimar 2231 a 2015an bang li Îranê kiriye ku ceribandinên wiha neke.
    Hat gotin ku ligel vê biryarê jî ji meha Tîrmeha borî ve Îranê bi kêmî 2 caran ceribaninên wiha kirine.

     

    Bi heman mijarî:

    Leşkerên darbekar ên li Yewnanîstanê xwestin bên berdan
    Plan ji Obama ferman ji Trump
    Parlamenter Lezgîn Botan hat berdan
    Beştaş berî were desteserkirin ji Spûtnîkê re axivî
    Parlamentera HDPê li Amedê hat desteserkirin
    Etîketan:
    Ceribandina Moşekên Balîstik ên Îranê, Îran
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de