01:39 19 Hezîran 2018
Yemen û Erebîstana Siûdî

Plan ji Obama ferman ji Trump

© REUTERS / Khaled Abdullah
Cîhan
Lînkê kurt
0 0 0

Wezareta Karê Derve ya Amerîkayê li ser operasyona Yemenê ya ku leşkerekî Amerîkî can dabû û digel wihdahiyên sivîl 3 leşker jî birîndar bûbûn, da xuyakirin ku plana operasyona El Qaydê rêveberiya Obama çêkiriye û serokê nû Donald Trump jî ferman daye.

Berdevkê Pentagonê Jeff Davis li ser pirsa rojnamevan derbarê operasyona El Qaydê ya dawiya heftê daxuyanî da û got, 'Helîkoptera MV 22 Osprey a bi 2 motoran bilez daniye û di encamê 3 leşkerên Amerîkî birîndar bûne'.

Davis da zanîn ku operasyon ji bo piştgiriya Emîratên Yekgirtî yên Erebî hatiye kirin û di operasyonê de 14 milîtan hatine kuştin. Davis herwiha got ku operasyon berî niha çend mehan ji aliyê rêveberiya Obama ve hatiye plankirin û fermana wê jî Serokê Amerîkayê yê nû Donald Trump daye.

Berdevkê Pentagonê li ser kuştin û birîndarbûna sivîl û zarokan di operasyonê de jî got ku lêkolînên wan berdewam dikin.
Li gor ragihandina medya herêmî û Amerîkî di operasyonê de, zarok û jin di nav de zêdetirî 30 sivîlan can daye.

Bi heman mijarî:

Parlamenter Lezgîn Botan hat berdan
Beştaş berî were desteserkirin ji Spûtnîkê re axivî
Parlamentera HDPê li Amedê hat desteserkirin
HPGê nasnameyên 3 endamên xwe ragihand
Rûsya li Ermenîstanê tetbîqata berfireh da destpêkirin
Etîketan:
Plan ji Obama ferman ji Trump, Amerîka, Erebîstana Siûdî, Yemen
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de