13:25 21 Hezîran 2018
Jens Stoltenberg

Stoltenberg: NATO ji aliyê Rûsyayê tu metirsiyê nabîne

© REUTERS / Francois Lenoir
Cîhan
Lînkê kurt
0 01

Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg daxuyand ku Rêxistina Peyman a Atlantîka Bakur (NATO) ji aliyê Rûsyayê ve tu metirsyeke rasterast nabîne.

Stoltengber di daxuyaniya xwe ya ji bo BBCyê de got, "Em dibînin (li Rûsyayê) potansiyela leşkerî zêde dibe lê em metirsiyekê nabînin."

PÊŞKETINA HEBÛNA NATO YA LI ROJHILATÊ EWROPAYÊ

Stoltenberg diyar kir ku NATOyê ji bo ku bersivê bide gavên berê yên Rûsyayê, leşker li ser sînorê Rojhilatê Ewropayê bi cih kirin û wiha berdewam kir: "Em bi hebûna (leşkeriya) pirneteweyî ya li welatên Baltikê dibêjin ger ku êrîşek li van welatan bibe, wê bibe sedema berteka rêxistinê."

‘EM ŞERÊ SAR NAXWAZIN'

Stoltenberg herwiha da zanîn ku NATO naxwaze bi Rûsyayê were dijî hevdu û ‘şerekî sar ê nû' naxwaze.

Bi heman mijarî:

'Trump difikire ku NATO li gor mebesta avabûna xwe tevnagere'
'NATO ji bo endamtiya Ûkraynayê tu hincetê nabîne'
Serfermandariya Tirkiyeyê: ‘NATO divê zêdetir berpirsyarî bigre ser xwe'
Stoltenberg: "Tirkiye, hemleyên ku NATO pê qels bibe navîne"
Stoltenberg: "NATO, li Iraqê wê tevlî operasyonên dijî DAIŞê nebe"
Stoltenberg: NATO amade ye ku îstiqararê bibe welatên ne endam jî
Etîketan:
metirsî, Sekreterê Giştî yê NATOyê, Jens Stoltenberg, Ewropa, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de