15:44 18 Kanûn 2017
Zindî
    Donald Trump

    Du Senatorên Komarparêzan bersiv dan qedexeya penabaran a Trump

    © REUTERS/ KEVIN LAMARQUE
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Du senatorên komarparêz bertek dan qedexeya Serokê Amerîkayê Trump a di derbarê vîze û ketina penaberan de.

    Du senatorên navdar ên Komarparêzan John McCain û Lindsey Graham biryara Serokê Amerîkayê Donald Trump a ku bernameya penahiyê 120 rojan radiwestine û ji bo welatiyên 7 welatan 90 rojan qedexeya ketina Amerîkayê tîne, bi daxuyaniyeke hevpar rexne kirin.

    Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku tê tirsin ku ev biryarnameya serokatiyê di têkoşîna li dijî terorê de veguhere birînekê û gotin, "Di têkoşîna li dijî DAIŞê de piraniya hevkarên me ew misliman in ku ji îdeolojiya DAIŞê nefret dikin."

    'EM JI VÊ BIRYARNAMEYA KU BÊYÎ ŞÊWRA ME KET MERIYETÊ BI ENDÎŞE NE'

    Di daxuyaniyê de hat derbirîn ku divê rêveberî sînorên welêt biparêze lê divê vê yekê bi rêyeke hîn ewle û bi awayekî ku aliyên baş ên gelê Amerîkayê derxîne pêş, were kirin. Di daxuyaniya hevpar ev tişt hatin gotin: "Em ji vê biryarnameya ku bêyî şêwra wezaretên Karên Derve, Parastin, Dad û Ewlehiya Navxweyî ketiye meriyetê bi endişe ne."

    Her du senatoran di daxuyaniya balkişandin ser zirara encamên biryarên ku bi lez û bêyî fikirîn tên girtin û hat ragihandin ku negirtina xwediyên qerta kesk û kesên ku li derveyî welêt ji bo alîkariya artêş û dîplomatên Amerîkayê jiyana xwe xistine metirsiyê, şaş e.

    McCain û Graham dest nîşan kirin ku divê Amerîka pişta xwe bi penaberên ku ji bo wê ne metirsî ne de neke û gotin, "Ez biryarnameya serokatiyê bi qestî be an bê qestî be, wek ku dide nîşan ku Amerîka naxwaze misliman werin welatê wan."

    TRUMP: MIXABIN MCCAIN Û GRAHAM DI MIJARA PENABERIYÊ DE LAWAZ IN

    Ji aliyê din ve Trump li ser Twitterê bersiv da rexneyên McCain û Graham. Trump di peyama xwe de got, "Daxuyaniya hevpar a namzetê berê yê Serokatiyê John McCain û Lindsey Graham şaş e. Mixabin ew di mijara penaberiyê de lawaz in. Ev her du senator li şûna ku wê li bende destpêkirina Şerê Cîhanê yê 3yemîn be, bila li DAIŞ, penaberiya deryaseyî û ewlehiya sînor hûr bibin."

     

    Bi heman mijarî:

    Peskov: Bo Pûtîn û Trump di têkiliyên dualî de distura yekem rêz e
    Peskov: Dibe hevdîtina rûbirû ya Pûtîn û Trump berî civîna G20ê pêk were
    Trump xwe bi biryara Obama parast: Biryara min dişibe ya Obama ya 2011an ji bo iraqiyan
    16 wîlayetên DYAyê Trump şermezar kir
    Dadgehên federal ku biryara Trump radiwestînên zêde dibin
    Starbucksê jî bertek nîşanî Trump da: "Em ê 10 hezar penaber bigirin kar"
    Etîketan:
    Hat rexnekirin, Senatorên Komarparêzan, Serokê Amerîkayê, Lindsey Graham, John McCain, Donald Trump, Sûriye, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de