23:21 24 Hezîran 2018
Aşît

Li Tacikistanê ji ber aşîtê 7 kes mirin

© REUTERS / Soccorso Alpino Speleologico Lazio
Cîhan
Lînkê kurt
0 86

Li rêyên bakurê Tacikistanê ji ber ketina aşîtê 7 kesî jiyana xwe ji dest da û 800 kes ji ber şertên giran a hewayê hatin tahliyekirin.

Li gorî daxuyaniya Komîteya Dewlet a Rewşa Lezgîn a Tacikistanê, di rêya navbera Duşanbe û Hocandê ku bakur digihîne hev 5 û li rêya Horog û Murgabê jî 2 kes ji ber ketina aşîtê jiyana xwe ji dest dan. Herwiha ji ber şertên giran a hewayê 800 kesên ku dorpêçkirî mabûn ji herêmê hatin tahliyekirin.

Di berdewamiya daxuyaniyê de hat ragihandin ku di nava hefteya borî de zêdetirî 40 carî aşît ketiye, xebatên lêgerîn û rizgarkirinê didomin û 800 kesên ku di dorpêçê de asê mabûn bi 200 wesayîtî re hatin rizgarkirin.

Di vê navberê de rêya Duşanbe û Hocandê bi temamî û rêya Horog û Murgabê jî qismî ji trafîkê re hat girtin. Li herdu rêyan jî xebatên paqijkirina berfê didomin.

Bi heman mijarî:

Li Îtalyayê aşît bi ser otelê ve ket
Li Îtalyayê ji ber erdhejê aşît çêbû: 30 mirî
Li Geliyê Doskî aşît: 19 xwendekar dorgirtî mane
Li bajarê Wanê aşît bi ser wesayîta rêwiyan de ket: 1 mirî
Etîketan:
Li Tacikistanê aşît ket, 7 mirî, Komîteya Dewlet a Rewşa Lezgîn a Tacikistanê, Duşanbe, Tacikistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de