10:22 13 Kanûn 2017
Zindî
    Biryarên trump ên qedexekirina vîzeyê û qedexekirina welatiyan

    Trump xwe bi biryara Obama parast: Biryara min dişibe ya Obama ya 2011an ji bo iraqiyan

    © REUTERS/ Steve Dipaola
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Serokê DYAyê Donald Trump biryarên xwe ya rawestandina programa xwe ya koçberan bo 120 rojan û qedexeya geştê ji bo 90 rojî li ser welatiyên 7 welatan, bi biryara pêşrewê xwe Obama parastin.

    Trumpê ku di dema helmeta xwe ya hilbijartinê de soza girtina sînoran li ser penaberan û roja îniyê bi biryarnameyekê ew soza xwe anî cih, li himberî bertekên li dijî van biryarên xwe daxuyaniyek da.

    Serokê DYAyê teqez kir ku serfiraz e ji ber welatê wî welatê koçberan e û diyar kir ku "dê her bi dilrehmî tevbigerin li himberî kesên ji zulmê direvin lê gava vî tiştî pêk bînin, ew ê li ser parastina welatî û sînorên xwe berdewam bin."

    "WELATÊN DI LÎSTEYÊ DE LI GORÎ BIRÊVEBERIYA OBAMA ÇAVKANIYÊN TERORÊ NE"

    Trumpê got, "wek medya dizane jî lê naxwaze bibêje, em ê DYA azad û ewle biparêzin" birêveberiya Obama wek mînak nîşan da û wiha pe de çû: "Polîtîkaya min dişibe ya Serok Obama ya 2011an gava vîze ji bo 6 mehan li ser iraqiyan qedexe kir. Her 7 welatên navê wan di biryanameya serokatiyê de derbas dibe, berê ji aliyê birêveberiya Obama wek çavkaniyên terorê hatibûn destnîşankirin. Ji bo ku zelaltir be, berovajî tiştê medya nîşan dide, ev ne qedexeya misilmanan e."

    Herwiha Serokê Trump diyar kir bêtirî 40 welatan hene ku piraniya nifûsa wan misilman e lê neketine ber vê qedexeyê û wiha dewam kir: "Piştî 90 rojan gava em ewletirîn polîtîkayan berçav bikin û piştrast bibin ku êdî tên sepandin, em ê dîsa vîzeyê bidin."

    "WEK SEROK, EZ Ê LI RÊYAN PEYDA BIKIM KU ALÎKARIYÊ BIDIM HER KESÊ ÊŞÊ DIKIŞÎNE"

    Ji aliyê din ve, Trump diyar kir ku 'hestên wî yên mezin hene ji bo kesên qeyrana Sûriyeyê bandor li wan kiriye' û got, "tiştê herî sereke ji bo min, parastina welatê me ye û xizmetkirina wê ye lê wek serokê ez ê rêyan peyda bikim ta ku alîkariyê bidin her kesê êşê dikişîne."

    Biryarnameya serokatiyê ya ku roja îniya borî ji aliyê Trump ve hatibû îmzekirin, programa koçberan ji bo 120 rojan radwestîne û hatina welatiyên Sûriyeyê bo DYAyê heta demeke nediyar disekinîne û qedexeya geştê datîne ser welatiyên Sûriye, Yemen, Lîbya, Îran, Iraq, Somalî û Sûdanê.

     

     

     

    Bi heman mijarî:

    Dadgehên federal ku biryara Trump radiwestînên zêde dibin
    Trump qedexeya vîzeyê parast: 'Nabe wehşet dewam bike'
    Ji Sadr bo Trump: Pêşî hûn hemwelatiyên xwe ji Iraqê vekişînin
    Ji ber qedexeya Trump rêwiyên balafirgeha Stenbolê hatin vegerandin
    Biryara Trump a ‘astengiya vîzeyan' hat protestokirin
    Îranê bertek nîşanî Trump a biryara penaberan da
    'Pûtîn û Trump dawî li têkiliyên neyînî anîn'
    Hollande li dijî Trump bang li YEyê kir
    Etîketan:
    Donald Trump, Barack Obama, DYA, sûdan, Somalî, Iraq, Îran, Lîbya, Yemen, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de