02:47 13 Kanûn 2017
Zindî
    Qezaya trafîkê

    Li Madagaskarê qezaya trafîkê: 47 mirî û 24 birîndar

    © Sputnik/ Irina Litvak
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 20

    Li Madagaskarê digel qedexebûnê tira ku di dorseya wê de rêwî têde bûn qelibî nava rûbarê. Di bûyera qezayê de herî kêm 47 kesî jiyana xwe ji dest da û 24 kes jî birîndar bûn.

    Berpirsê herêma Anjozorobe yê ku dikeve bakurê rojhilatê Antananarivoyê Lova Andriamanantsoa di hevpeyvîna xwe ya AAyê de ragihand ku digel qedexeye jî tira k udi dorseya xwe de rêwî vediguhestin li Anjozorobeyê qelibî rûbarê Mananarayê.

    Lova Andriamanantsoa di berdewamiya axaftina xwe de got: "Li gorî agahiyên destpêkê di bûyera qezayê de 47 kesî jiyana xwe ji dest da û 11 jê giran 24 kes jî birîndar bûn. Xebatên lêgerin û rizgarkirinê didomin, lê tirs heye ku hejmara miriyan zêdetir bibe.

    Herwiha li gorî şahidên bûyerê kesên ku di tira ji ber lezê qelibî rûbarê Mananarayê ji dawetê vedigeriyan.

    Bi heman mijarî:

    Erdogan cara yekemîn serdana Tanzanya, Madagaskar û Mozambîkê dike
    Li Sêwazê qezaya trafîkê: 34 birîndar
    Di qezaya trafîkê de 4 kesan jiyana xwe ji dest da
    Li Êlihê qezaya trafîkê: Mirî û 15 birîndar!
    Li Rihayê qezaya trafîkê: Zarokek mir 25 kes jî birîndar bûn
    Etîketan:
    47 mirî û 24 birîndar, Li Madagaskarê qezaya trafîkê, Lova Andriamanantsoa, Anjozorobe, Madagaskar
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de