15:35 21 Hezîran 2018
Donald Trump

16 wîlayetên DYAyê Trump şermezar kir

© REUTERS / Joshua Roberts
Cîhan
Lînkê kurt
0 0 0

Serdozgerên 16 wîlayetên DYAyê daxuyaniyeke hevbeş weşand û tê de biryarnameya serokatiya Trump ya ku nahêle welatiyên 6 welatên misilman derbasî DYAyê bibin şermezar kir.

Serdozgeran biryarnameya Serokê DYAyê Donald Trumpî ya rê li ber hatina welatiyên 6 welatên misilman bo DYAyê digire, şermezar kir.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Wek bêtirî 130 milyon amerîkiyî û wek serdozgerên hemû biyaniyên li wîlayetên me, em biryanameya Serok Trump a li dijî destûra bingehîn û nirxên DYAyê û derqanûnî şermezar dikin".

Herwiha hat teqezkirin ku azadiya olî, hêmana sereke ya DYAyê ye, herdem dê wiha be jî û ti serok dê nikaribe vê rastiyê biguherîne.

Serdozgerên wîlayetên New York, Washington D.C, California, Pennsylvania, Massachusetts, Hawaii, Virginia, Oregon, Connecticut, Vermont, Illinois, New Mexico, Iowa, Maine, Maryland û Washingtonê daxuyanî îmze kiriye.

 

 

Bi heman mijarî:

Trump û Qral Selman di mijara ‘herêmên ewle' de li hev kir
Starbucksê jî bertek nîşanî Trump da: "Em ê 10 hezar penaber bigirin kar"
Trump qedexeya vîzeyê parast: 'Nabe wehşet dewam bike'
Ji Sadr bo Trump: Pêşî hûn hemwelatiyên xwe ji Iraqê vekişînin
Ji ber qedexeya Trump rêwiyên balafirgeha Stenbolê hatin vegerandin
Li Brîtanyayê dijî Trump 80 hezar îmze hatin berhevkirin
‘Axaftina Pûtîn û Trump destpêkeke pir baş bû'
Biryara Trump a ‘astengiya vîzeyan' hat protestokirin
Etîketan:
Misilman, Donald Trump, Massachusetts, Pennsylvania, Washington, California, DYA
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de