09:32 12 Kanûn 2017
Zindî
    Selman bin Abdulazîz

    Trump û Qral Selman di mijara ‘herêmên ewle' de li hev kir

    © AFP 2017/ Fayez Nureldine
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hat ragihandin ku Serokê Amerîkayê Donald Trump û Qralê Erebîstana Siûdî Selman bîn Abdulazîz bi rêya telefonê axivîn û di mijara ‘herêmên ewle' de li hev kirin.

    Qesra Spî di daxuyaniya xwe de ragihand ku Trump û Qrala Selman bi rêya telefonê pêwendiyek danîn û li ser stratejiyeke hevpar a dem dirêj a navbera herdu welatan li hev kirine.

    Li gorî daxuyaniya Qesra Spî, Donald Trump daxwaz ji Qral Selman kir ku li Yemen û Sûriyeyê piştgiriya herêmên ewle bike û Qral Selman jî ev qebûl kiriye. Herwiha herdu serok ji bo çareseriya pirsgirêka herêmên ewle dê bi hev re bixebitin.

    Di berdewamiya daxuyaniyê de hat ragihandin ku Trump û Qral Selman bal kişandine ser peymana nûkleerî ya Îranê û çalakiyên wê yên herêmê ku aramiyê têk dibin.

    Herwiha li gorî daxuyaniya Qesra Spî Trump bi rêya telefonê bi welîahdê Abu Dabî Muhammed bin Zayîd re axivî. Trump ji Zayîd jî piştgirîdana herêmên ewle kir û li gorî zanyariyan Zayîd piştgirî daye Trump.

    Bi heman mijarî:

    Trump qedexeya vîzeyê parast: 'Nabe wehşet dewam bike'
    Ji Sadr bo Trump: Pêşî hûn hemwelatiyên xwe ji Iraqê vekişînin
    Li Brîtanyayê dijî Trump 80 hezar îmze hatin berhevkirin
    ‘Axaftina Pûtîn û Trump destpêkeke pir baş bû'
    Biryara Trump a ‘astengiya vîzeyan' hat protestokirin
    Etîketan:
    Trump û Selman bi rêya telefonê axivîn, Muhammed bin Zayîd, Qral Selman bîn Abdulazîz, Donald Trump, Amerîka, Erebistana Siûdî
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de